Serêkaniyê: Aramî veguherandin wêraniyê– -Çavdêrî

Serêkaniyê: Aramî veguherandin wêraniyê– -Çavdêrî

Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 15 rojan şer û pevçûnên dijwar qewimîn. Rewşa aloz a li bajar jî ev mehek li pey xwe hişt û hîn didome. Gelo di vê demê de li vî bajarî çi qewimî, kê çi armanc dikir? Rewşa bajar, rewşa welatiyan a aborî, civakî û tenduristî çawa ye? Pirsgirêkên xwe çawa çareser dikin? Me jî hewl da ku ji roja destpêkê heta niha rastiya Serêkaniyê raxînin ber çavan.

Serêkaniyê; ango bi navê xwe yê dîrokî Waş Kanî. Dîroka vî bajarê biçûk û bedew heta 1500 sal beriya zayinê diçe. Gundê Tel Xelef ku yek ji wargehên destpêkê yên mirovahiyê ye, 3 kîlometre dikeve rojavayê bajêr. Çanda Tel Xelef ku wekî çavkaniya reng û dengan tê qebûlkirin li vir dest pê kiriye û niha jî vê taybetiya xwe diparêze.

Paytexta Mîtaniyan bû

Nexasim, li vî bajarê şirîn kurd, ereb, ermenî, asurî, suryanî, çerkez û çaçan bi hev re dijîn. Bajarê ku 110 kîlomtro dûrî bajarê Qamişlo ye, paytextiya Mîtaniyan jî kiriye. Bi peymana Lozanê (1923) re para we ji parçekirinê girtiye û bi darê zorê û têlên rêsayî wekî Serêkaniya Serxet û Binxetê kirine du parçe. Şêniyên bajar bi çandiniya genim, ceh, pembû û nîskê debara xwe dikin. Bajar her wiha wekî ji navê xwe jî xuya ye, bi avên kaniyên xwe jî tê zanîn. Şêniya bajêr ji 40 hezar kesî zêdetir e.

Wekî bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê, rêjîma Baasê yan şoven, li Serêkaniyê jî di çarçoveya hewldanên Erebkirinê de, bi sedan malbatên Ereb ji deverên cûda anîn û kurd jî neçarî koçberiyê kirin. Lê li gel van hewldanên nijdatperst jî, gelê Kurd li Serêkaniyê li ser hîmê biratiya gelan û jiyana hevpar, bi gelên di re di nava aştiyê de jiyan.

Li aliyê din hêzên hegemon û dagirkerên Kurdistanê jî polîtîkayên xwe yên qirêj li vî bajarî jî domandin. Bi destpêkirina şoreşa li Sûriyeyê re, komên dibin navê Artêşa Sûriyeya Azad ku di nav de fermandar û leşkerên ji artêşa rêjîmê veqetiya bûn jî hebûn, li Tirkiyeyê damezrandina xwe ragihand. Bi demê re, bi dehan komên çekdar bi heman navî derketin holê. Ev komên ku her yek ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî ve tên birêvebiin, ji rizgarkirina Sûriyeyê zêdetir veguherîn hêzên çete yên wêranker.

Hinek ji van ku di nava wan de hinek derdorên kurd jî hene, ji aliyê hêzên wekî Tirkiyeyê ve bi awayekî aşkera li dijî Tevgera Azadiya Rojavayê Kurdistanê hatin birêxistinkirin. Jixwe ev bi belgeyên veşartî jî derket holê. Êrîşên li dijî kurdan jî, di 10’ê Adarê de li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê êrîşî kurdan kirin. Her wiha, di 26’ê Cotmehê de komên bi navê "Cebhet El Nesra" û "Ketîba Selahedîn" ya nêzî partiya Azadî ya Kurd, li taxa Eşrefiyê ya Helebê êrîşî kurdan kir û 13 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Di 27’ê cotmehê de jî koma çete ya bi navê Emmar Dadîxî êrîşî gundê Qestel Cendo yê girêdayî Efrînê kir.

8’ê Mijdarê Serêkaniyê

Ev komên ku li Tirkiyeyê bi cih bibûn û bi rehetî di sînor re derbas dibûn, êdî talan û dizî kirin yekane armanca xwe û li gorî polîtîkayên dewletan vîna gelê kurd kirin hedef. Tişta balkêş jî ew e ku di nava van koman de ciwanên Kurd jî hebûn.

Tirkiyeyê li hemberî Amerîka û hêzên navneteweyî ku hewl didin opozîsyona Sûriyeyê ji bin kontrola wan derxînin, li dijî civîna li Qeterê û ji bo pêkanîna plana xwe ya avakirina herêma tampon komên çekdar di 8’ê Mijdarê de derbasî Serêkaniyê kirin. Heta wê demê li bajar aramiyek hebû, lewre jî gelek kesan koçî vê herêmê kiribû. Bajarê ku heta wê demê tu pirsgirêk lê tune bûn û neteweyên cuda bi hev re dijiyan, bi têketina komên bi navê Guraba El Şam û Cebhet El Nasra re veguherî qada şer. Di heman rojê de di navbera van koman û hêzên rejîmê ku pir kêm mabûn li derdora bajar pevçûn qemiwîn û ji her du aliyan jî gelek windahî çêbûn.

Fermandarê YPG’ê: Ez bi xwe bi wan re axivîm

Fermandarê Tugaya Şehîd Abid Xelîl a YPG’ê Dijwar Serêkaniyê ku ji roja destpêkê ve bi van koman de danûstendin kirin, diyar kir ku wan agahî girtibû ku dê ev kom bikevin bajêr û ew roj wiha vegot: “Dema me zanî ku dê bikevin bajêr me hinek rê girtin da ku derbasî bajêr nebin. Me li hemberî wan şer nedikir, ji ber ku her tim dihat îdîakirin ku YPG alîgira rejîmê ye. Lê me nedixwestin ku bikevin bajêr. Tirkiyeyê deriyê sînor vekiribû, têlên raçandî rakirin.”

Dijwar Serêkaniyê bixwe bi fermandarên van koman re dikeve têkiliyê û ji wan re dibêje ku divê derbasî herêmên kurdan nebin. Wan jî îdîa kirine ku ew ê li dijî rejîmê û xwestin ku YPG rê bide wan. Aliyê kurd jî helwesta xwe ya ku alîgiriya tu aliyan nake careke din nîşan dide.

Fermandar Dijwar bi rayedarên Meclîsa Leşkerî ya Hesekê, Gruba El Şam û Cebhet El Nasra re diaxive û dibêje ku ew perçeyek ji şoreşa Suriyeyê ne û ji sala 2004’an ve têkoşîna xwe dimeşînin, her wiha wekî gelê kurd pêşengên şoreşê ne. Komên çekdar destpêkê şertên aliyê kurd qebûl dikin û roja destpêkê navekin taxên kurdan. Heta aliyê kurd di warê rakirina birîndar û kuştiyan jî alîkariya wan dike.

Derdorên kurd komên çekdar birin taxên kurdan

Di vê navberê de hinek derdorên li ser navê kurdayetiyê di axivin ên girêdayî Encumeni Niştimanî Kurd (ENKS) dikevin nava van koman û wan dibin mal û taxên kurdan. Tê gotin ku ev derdorên ku xwe wekî “tensîqriyat” binav dikin, zêdetirîn nêzî Partiya Azadî ne. Her wiha heman derdoran bi gotinên “Artêşa Azad dê bê vir” tirs dixist nava gel û berê wan dida Bakûrê Kurdistanê.

Ruyê xwe yê rast nîşan dan

Ev komên roja destpêkê gotibûn tu eleqeya wan bi kurdan re nîn e û nakevin herêmên wan, piştre ruyê xwe yê rast nîşan didin. Dema fermandarê Tabura YPG’ê Osman dîsa bi wan re diaxive û soza wan bibîr tîne, rayedarên Gruba El Şam û Cebhet El Nasra dibêjin ku tu eleqeya wan bi Artêşa Azad re nîn e û ala îstîklalê jî qebûl nakin, lewre jî sozên ku hatine dayîn ji bo wan ne lazim in, ji bo wan îro girîng e. Fermandarê YPG’ê her wiha li van koman rexneya ku alê gelek zêde dikin pirsgirêk dike û dibêje “Exlaqê şoreşê heye, divê li hemberî rengan rêzdar bin” lê ew bersiva, “Xwe nexapînin, em bi ala îstîklalê re nîn in, li ser ala me laîlaheîllallah hatiye nivîsandin. Em îslamî ne.”

Li gorî wan talankirin û dizî ji bo şoreşê ye!

Piştî van koman gelek komikên din ên ku her yek herî zêde ji 15 kesan pêk tê derketin holê. Lê armanca wan a van hemuyan şoreş nebû, dixwastin rejîmê derxînin û piştre bikevin malên dewlemendan û pere, zêr û hwd. Talan bikin. Ji xwe di şerê heta 12’ê mijdarê de gelek kes hatibûn kuştin. Di 12’ê mijdarê de jî balefirên rejîmê Taxa Mehetê, herêmên Esfer Necar û Tel Xelef bombebaran kirin û di encamê de bi dehan endamên komên çekdar hatin kuştin. Di bomberana li hemberî Taxa Mehetê ku komên çekdar ketibûnê de, 2 ji wan zarok 6 sivîl hatin kuştin û 27 sivîl jî birîndar bûn. Her wiha bi dehan mal hilweşiyan. Balefiran her wiha Taxa Hawarna ku piranî kurd lê dijîn, komên çekdar bi alikariya hinek derdorên pêxasên wan ketibûnê, bombebaran kirin. Di bombebaranê de 2 kesan jiyana xwe ji dest, 3 zarok dibin dibin xaniyê ku hilweşiya de man û 30 kes jî birîndar bûn. Her wiha nêzî 25 malan hilweşiyan.

Di rewşek wiha de jî komên çete malên gel talan kirin, tiştên bi qîmet dizîn, her wiha li avahiyên dewletê yên bidest xistibûn, wekî endamên Baasê tevgeriyan. Dema rayedarên YPG’ê ev yek rexne dikin jî bersiva, “Eger wiha nebe şoreş biser nake. Em ji bo şoreşê malê xelkê didizin, talan dikin. Em şoreşger in, divê em jî bijîn. Malbatên me jî divê baş bijîn” dan.

Depoyên genim talan kirin

Komên çete, li cihên ku bi cih bibûn depoyên genim û mueseseyên gel ku dewletê desteser kiribûn talan kirin. Li Taxa Mehetê tiştên dibistanan ên wekî komputer, pirtûkan û tiştên teknîkî yên bi buha hemû birin. Hincet jî wekî, “Em koçber bûne, ev heqê me yê şer e” nîşan didan. Lê hinek saziyên wekî banqe, cihên şekirê û mueseseyên wekî van dibin kontrola YPG’ê de bûn. Dixwestin bikevin vana jî, lê YPG’ê nehiştin.

Li aliyê din piştî bombebaranê welatiyên kurd û ereb li taxê kom bûn koma çekdar ji taxê derxistin. Dewleta Tirkiyeyê ku hemû sînor ji komên çekdar re vekiribû, deriyê sînor ji sivîlan re girt û nehişt ku birîndaran bibin Serxetê. Di 13’ê mijdarê de balefiran taxên Mehetê, Ebra û Kolana Dêran bombebaran kirin. Di encama bomberanan de welatiyekê jiyana xwe ji dest da. Li aliyê din li gundê Um Uşba ku di encama plana “Kembera Erebî” de ereb lê hatibûn bicîhkirin û wekî “erebên Xemir” tên zanîn, di navbera gundiyan û komên çete de pevçûn derketin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin. Di encama 7 rojan de zêdetirî 11 hezar kesî ji bajar koç kir.

Sibe; “Şerê bi çeteyan re û lîstokên li dijî herêmê”