Şerê li Şengalê giran bû

Şerê ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî gundên Şengalê rû da, giran bû. Li gorî agahiyan, pêşmergeyan xwe ji hin herêman vekişandine.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, ku danê sibehê saet di 05:00 de ji 5 baskan ve li dijî gundên Şengalê dest pê kirin, li gundên Cidale û Skinyê giran bû. Li herêmên ku ji aliyê pêşmergeyên Êzidî yên ser bi PDK'ê ve tên parastin, şer dewam dike. Li gorî agahiyan hêzên pêşmergeyan neçar mane xwe ji gundê Cidale vekişînin. Her wiha tê gotin, di şer de mirî û birîndar jî hene.

Balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî jî piştgiriyê didin pêşmergeyan.

Wekî din tê gotin, balafirên şer ên koalîsyonê li nêzî gundê Til Izêr ê Şengalê li konvoya çeteyan xistine û gelek mirî û birîndar li vir hene.