Serdozger Mûrat Ûzûn ku li navçeya Pilûr ya Dêrsimê rastî êrîşa çekdarî hat û giran birîndar bû, rakirin Xerpêtê.
Serzdozger Mûrat Ûzûn dema ku diçû mala xwe ya lojmanê, kesekê bi demanceyê guleyek li serê wî da. Serdozger Ûzûn piştî mudaxeleya destpêkê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pilûrê, ji ber sedema rewşa wî giranbû bi helîkopterê rakirin Xerpêtê.