Serdozgerê komarê yê Tirk Mûrat Uzun yê ku li navçeya Pulur a Dêrsimê li rastî êrîşa çekdarî hat, birîndar bû û veguhestin Xarpêtê mir.
Serdozgerê Komarê yê Pulura Dêrsimê Mûrat Ûzûn gava diçû mala xwe ya li lojmanê li rastî êrîşeke bi demanceyan hat. Piştî Nexweşxaneya Dewletê ya Pulurê, Uzun bi helîkopterê veguhestin Xarpêtê.
Hat ragihandin ku Ûzûn li nexweşxaneya li Xarpêtê (Elezîz) mir.