Serdana konê sersaxiyê yê ji bo gêrîlayê HPG'ê Mehmet Arif Eteş (Sabri Dogan) ku li çiyayê Amanosê jiyana xwe ji dest dabû didome.
Serdana konê sersaxiyê yê ji bo gêrîlayê HPG'ê Mehmet Arif Eteş (Sabri Dogan) ku li Çiyayê Amanosê jiyana xwe ji dest dabû û li navçeya Tetwanê hatiye vekirin bi girseyî didome. Konê sersaxiyê yê li ber AVM'ê hate vedan ji aliyê heteya BDP'ê ya Bedlîsê ÎHD, MEYA-DER û HDK'ê ve bi girseyî hate ziyaretkirin.
Di merasima konê sersaxiyê de Serokê BDP'a Bedlîsê Şahîn Çoban diyar kir ku, tenê muhatabê pirsgirêka Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane. Çoban da zanin ku, şer her ku diçe belav dibe û xwest tecrîd bi dawî bibe û muzakere destpê bikin. Çoban anî ziman ku, muhatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Abdullah Ocalane.