Serdanên Îsmaîl Beşîkçî yên li Amedê didomin

Serdanên Îsmaîl Beşîkçî yên li Amedê didomin

Nivîskar-civaknasê Tirk Îsmaîl Beşîkçî ku bi xebatên û nivîsê xwe yên li ser pirsgirêka Kurd tê nasîn Îsmaîl Beşîkçî, piştî 38 salan duh hat Amedê. Serdanên Beşîkçî yên li Amedê didomin. Beşîkçî tevî endamê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz di çarçoveya serdanên xwe yên li Amedê de çû serdana Şaredariya Sûrê.

Beşîkçî di çaroveya serdanên xwe yên li Amedê de çû serdana Şaredariya Sûra Amedê û diyar kir ku ji ber hatina Amedê pir keyfxweş bûye û got ku ew ê ji niha û pê ve her tim were Amedê.

Beşîkçî di serdana xwe de bal kişand ser rêxistinbûna Kurdan û diyar kir ku Kurdan di warê çandî de jî rêxistnên xwe pêş xistine. Beşîkçî diyar kir ku gava mirov salên 90’an û niha têne beramberê hev, cûdahiyek mezin heye.

Beşîçkî bal kişand ser girîngiya rojnameyên Kurdan ên ji salên 1990’an ve weşanê dikin û got ku di encama bombebaran û êrîşan de arşîvên wan derbe xwarine. Beşîkçî got; “Gava em dixwazin Kurdan di nava 30 salan de fêm bikin û têbigihin, divê mirov li naveroka van rojnameyan binêre. Van 30 salan divê helbet mirov ji bîr neke. Divê mirov vana fêm bike. Di weqfa me de belge, rojname û kovarên girîng ên der barê vê yekê de hene.”

Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrtaş, taximek ha qehweyê û pirtûka 'Pir Zimanî' diyarî Beşîkçî kir.