Şêniyên Xelfetiyê xwedî li şaredariya xwe derdikevin
Piştî ku Walîtiya Tirk a li Rihayê erkên Şaredariya Xelfetiyê bi qeymeqamtiya xwe ve girê da, gel ket nava tevgerê. Civîna mehane ya şaredariyê, bi tevlîbûna gelê navçeyê pêk hat.
Piştî ku Walîtiya Tirk a li Rihayê erkên Şaredariya Xelfetiyê bi qeymeqamtiya xwe ve girê da, gel ket nava tevgerê. Civîna mehane ya şaredariyê, bi tevlîbûna gelê navçeyê pêk hat.
Civîna Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê ya Mehane, li salona konferansê ya li avahiya şaredariyê dest pê kir. Hevşaredarên Xelfetiyê Ayşe Dûrmûş û Mûstafa Bayram, Alîkarê Hevşaredaran Bazo Yilmaz û endamên meclîsa şaredariyê tevlî civînê bûn. Piştî ku Walîtiya Tirk a li Rihayê erkên Şaredariya Xelfetiyê bi qeymeqamtiya xwe ve girê da, gel ket nava tevgerê û berê xwe da ber avahiya şaredariyê. Ji ber tevlîbûna girseyî li salona konferansê cih nema. Gelek ji beşdaran li cihê rûniştinê nedîtin. Hevşaredar Ayşe Dûrmûş û Mûstafa Bayram civîn bi rê ve bir. Bayram di destpêka civînê de axivî û spasiya gel kir, ku piştgiriyê dide wan.
Hevşaredar Bayram ji gel û endamên meclîsa şaredariyê re ragihand, ku Walîtiya Tirk a Rihayê hemû erkên şaredariyê bi qeymeqamtiya xwe ve girê daye û bi vî rengî di emel de dest daniye ser Şaredariya Xelfetiyê. Bayram anî ziman, ku ev kiryarên bi Biryarnameyên Xwedî Hukmê Qanûnî tên kirin, şaş in û zerarê dide hestên jiyana bi hev re ya gelan.
Piştî ku biryara Walîtiya Tirk a Rihayê hat ragihandin, civîna meclîsê bi rojeva hatiye diyarkirin, dewam kir. Di civînê de endamên meclîsê yên AKP'yî jî bûn, lê balkêş e hemû bêdeng man.
Civîn piştî nirxandina hemû mijarên di rojevê de, bi çepikan qediya.