Şengal bi wêneyên Ocalan hat xemilandin

Herêma Şengalê ya Başûrê Kurdistanê, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin.

Li her aliyê herêma Şengalê ku ji 3’ê Tebaxa 2014’an heta niha gerîlayên HPG û YJA STAR’ê gel ji komkujiya çeteyan diparêzin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Wêneyên li ser daxwaza gelê Şengalê hatin amadekirin di encama daxwaza gel a ‘Rêber Apo gelê Şengalê rizgar kir, ji ber vê divê wêneyên Rêber Apo li Şengalê hebin’ hatin bicihkirin.  Li herêmên Kersê û Qaa yên wek ketina çiyayê Şengalê tê qebûlkirin, posterên mezin ên Ocalan hatin daliqandin.

...