Seîd: Divê Kurdên Êzidî hemû di berxwedana Şengalê de cih bigirin
Endamê Meclîsa Avakirinê ya Êzidiyan û Serokê TEVDA'yê Seîd bal kişand ser pêwîstiyên Êzidiyên li Çiyayê Şengalê û banga alîkariyê kir. Seîd ji Êzidiyan xwest li Şengalê vegerin û di nava berxwedana hêzên Kurd de cih bigirin.
BAHOZ AMED / ANF
ŞENGAL
pêncşem, 21 gulanê 2015, 13:50
Endamê Meclîsa Avakirinê ya Êzidiyan û Serokê TEVDA'yê Seîd bal kişand ser pêwîstiyên Êzidiyên li Çiyayê Şengalê û banga alîkariyê kir. Seîd ji Êzidiyên koçî Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê kirine xwest li Şengalê vegerin û di nava berxwedana hêzên Kurd de cih bigirin.
Li Şengalê tevî operasyona azadkirina navenda bajêr, li Çiyayê Şengalê jî gel di nava berxwedanê de jiyana xwe dewam dike. Tevî hemû bê derfetiyan jî bi deh hezaran Kurdên Êzidî li Çiyayê Şengalê li ber xwe didin û dijîn. Endamê Meclîsa Avakirinê ya Êzidiyan û Rêveberê TEVDA'yê Seîd Hesen Seîd da xuyakirin ku divê Êzidî di berxwedana Şengalê de cih bigirin. Seîd rewşa dawî ji ANF'ê re nirxand.
'PÊWÎSTE HEMÛ HÊZÊN KURD DI NAVA BERXWEDANÊ DE CIH BIGIRIN'
Seîd anî ziman ku Operasyona Azadkirina Şengalê pênc meh li dû xwe hiştiye û ji hemû hêzên Kurd ên li Şengalê xwest ku li hev kom bibin û Şengalê azad bikin. Seîd diyar kir ku divê Kurdên Êzidî jî cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigirin û got, "Mirovên me bi komkujiyê re ax û malên xwe terikandin û ji Şengalê derketin, neçar man koçî Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê bike. Yên koç kirine jî ji bo li xaka xwe vegerin, li benda azadbûna Şengalê ne. Ev jî rastiyeke gelê me ye. Li gel vê yekê, bi komkujiyê re vîna gelê me jî şikest. Lê belê ez sozê didim gelê me ku em ê Şengalê azad bikin. Ez sozê didim ku em ê tola keç û jinên Êzidî hilînin. Ez bawerim ku gerîlayên HPG, YJA Star û hêzên YBŞ/YPJ-Şengalê wê vê yekê demek ji ya din zûtir bicih bînin. Heman piştî komkujiyê li Çiyayê Şengalê bi sedan ciwan li cem HPG û YBŞ'ê di nava berxwedanê de cih digirtin, li dijî DAIŞ'ê şer dikirin. Lê belê beşek ji van ciwanan bi bêdengî xwe vekişandin. Ez dixwazim ji wan re vê bêjim; Çeteyên DAIŞ'ê qadên me yên pîroz xera dike. Dixwaze dîrok, çand û baweriya me tine bikin. Çima hûn li pêşberî vê yekê bêdeng in. Ez vê jî dizanim; piştî ku van ciwanên me kincê pêşmerge li xwe kirin, rahiştin çekê wan, êdî li cem wan vîna berxwedanê nema. Ev derdor niha di Operasyona Azadkirina Şengalê de jî cih nagirin. Em li bendê ne ku van hemûyan deynin aliyekî û hemû hêzên Kurd di nava berxwedanê de cih bigirin. Bi taybetî em li bendê ne ku gerîlayên HPG, YJA Starê, hêzên YBŞ/YPJ-Şengal, pêşmergeyên YNK/PDK û civata Êzidî li hev kom bibin û vê pêngava hatiye destpêkirin bibin serketinê. Di heman demê de em dizanin ku çavê gelê Başûrê Kurdistanê û pêşmergeyan li azadkirina Mûsilê ne. Lê belê niha rastiyeke, ku heta Şengal azad nebe, Mûsil azad nabe."
'PÊWÎSTIYA GEL BI AV, XWARIN Û DOKTOR HEYE'
Seîd anî ziman ku ji gelê li Çiyayê Şengalê li ber xwe didin re ev du meh in alîkarî nehatiye û got, "Alîkariyên beriya niha ji civata Êzidî ya li Çiyayê Şengalê li ber xwe didin re dihat, ev du meh in nayên. bi taybetî pêwîstiya gelê me yê li Çiyayê Şengalê bi av, xwarin û doktor heye. Bi hatina havînê re, pêwîstiya gelê me bi avê heye. Tevî vê ji ber jiyana di binê konan de li nava zarokên me nexweşî der dibin. Ji ber vê jî pêwîstiya me bi doktor û dermanan heye. Ji mirovahiyê û dostên Êzidiyan di vî warî de em li benda alîkariyê ne. Meclîsa Avakirinê ya Êzidiyan û TEVDA hewl didin li gorî derfetên xwe bersivê bide pêwîstinên gelê me. Yek ji van xebatên me jî vekirina dibistanan ji bo zarokên me bûn. Ji bo tedarikirina pêwîstiya avê ya gelê me, bi alîkariya Kantona Cizîrê re me bîr koland û av derxistin. Lê belê ev xebatên hatine meşandin, têrê nake. Ji bo bersiv ji pêwîstiyên gelê me re bê dayîn girîng e Kurdên Êzidî, tevahiya gelê Kurd û raya giştî ya cîhanê alîkariyê bi Çiyayê Şengalê re bikin."
'BAKURÊ ŞENGALÊ AZAD BÛYE, BILA GELÊ ME VEGERE'
Seîd careke din banga vegerê li Êzidiyên ji neçarî koçî Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê kirine kir û herî dawî got, "Bang li gelê me yê koçî Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê kiriye dikim; werin hûn dikarin li bakurê Şengalê jiyana xwe bidomînin. Belê operasyona azadkirina navenda Şengalê hînê dewam dike, lê bakurê Çiyayê Şengalê azad bûye. Ji ber vê jî girîng e gelê me li xaka xwe ya pîroz vegere û tevlî vê berxwedanê bibe. Eger gelê me li Şengalê vegere û cihê xwe di nava berxwedanê de bigire, wê Şengal demek ji ya din zûtir azad bibe. Yên dikarin şer bikin divê tevlî nava refên YBŞ'ê bibin û cihê xwe di Operasyona Azadkirina Şengalê de bigirin. Yên nikarin şer bikin, di nava berxwedana Şengalê de dikarin alîkariyê bidin hev."