'Şehîdên Meha Gulanê' tên bîranîn
Bi pêşengiya Hewldana 78'an û MEYA-DER'ê, 'Şehîdên Meha Gulanê' li Amed û Stenbolê bi daxuyaniyên çapemeniyê hatin bîranîn.
Bi pêşengiya Hewldana 78'an û MEYA-DER'ê, 'Şehîdên Meha Gulanê' li Amed û Stenbolê bi daxuyaniyên çapemeniyê hatin bîranîn.
Bi pêşengiya Hewldana 78'an û MEYA-DER'ê, 'Şehîdên Meha Gulanê' li Amed û Stenbolê bi daxuyaniyên çapemeniyê hatin bîranîn.
Bi pêşengiya Hewldana 78'an û MEYA-DER'ê, ji bo bîranîna 'Şehîdên Meha Gulanê' li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn.
Tevî malbatên ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hayrî Dûrmûş, Mazlûm Dogan, Alî Çîçek, Ferhat Kûrtay, Necmî Onen û Akîf Yilmaz ên di çalakiyên li hemberî hovîtiya li girtîgeha Amedê de jiyana xwe ji dest dan, malbatên gelek mirovên li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan, namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Amedê Feleknas Ûca, Altan Tan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hafize Îpek amade bûn.
CAN: ASTA PIRSGIRÊKA KURD GUHERÎ
Li ser navê girseyê Serokê Şaxê Stenbolê yê Komeleya 78'an Celalettîn Can axivî û anî ziman ku ji ber pêkanînên dema 12'ê Îlonê di serî de li Metrîs, Mamak, Erzîrom û Elezîzê li hemû girtîgehan mirovan jiyana xwe ji dest dane, darbe li hemberî hemû hêzên demokrasiyê hatiye kirin, lê ya bi para Kurdan ketiye hovîtiya herî giran e.
Can da xuyakirin ku li dijî cûntayê û hovîtiya hat kirin Kurdan berê xwe dan çiyê û got, "Bûyerên di dema 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Amedê qewimîn, asta pirsgirêka Kurd guherandin."
Can destnîşan kir ku rêya fêmkirina hev a Kurd û Tirkan bi rû bi rû bûna hovîtiya li Girtîgeha Amedê re dibe.
TAN: DIVÊ HÛN JI XWE FEDÎ BIKIN!
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Amedê Altan Tan jî ji dewletê re got, "We îşkencekarên weke Kenan Evren, Sabrî Oktay mehkeme nekirin. Ev 13 sal in girtîgeha ku divê bibe muze, we nekirin muze. Divê hûn ji xwe fedî bikin."
Piştî çalakiya li ber girtîgehê girseya gel ji bo 'Şehîdên Meha Gulanê' tevlî mewlûda li Salona Dawetê ya Geterlerê bû. Piştî mewlûdê wê li ber bi Goristana Yenîkoyê meşa bîranînê were lidarxistin.
LI STENBOLÊ ÊRÎŞA POLÎSAN
Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê jî ji bo bîranîna pêşengên şoreşê yên meha Gulanê li Bexçeyê Havûzlû hatin cem hev û xwestin pankart û afîşan daliqînin. Lê belê polîsan êrîşî xwendekaran kirin û 11 ji xwendekaran kirin binçavan.