'Şehîdên meha Gulanê' li Kolnê hatin bîranîn
Li bajarê Elmanya Kolnê, ji bo siyasetmedarên Kurd ên di meha Gulanê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin, merasîmeke bîranînê hat organîzekirin.
Li bajarê Elmanya Kolnê, ji bo siyasetmedarên Kurd ên di meha Gulanê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin, merasîmeke bîranînê hat organîzekirin.
Li bajarê Elmanya Kolnê, ji bo siyasetmedarên Kurd ên di meha Gulanê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin, merasîmeke bîranînê hat organîzekirin. Di merasîmê de endamê PJAK'ê Ehwen Ciyako gelek welatî amade bûn. KJAR'ê jî mesajeke nivîskî şand û ji ber hestyariya nîşan da gel pîroz kir û banga xurtkirina têkoşînê kir.
'KURDÊN BERÊ ÊDÎ NÎNIN; HÛNÊ NIKARIBIN BI SER BIKEVIN!'
Di merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê de endamê PJAK'ê Ciyako bi bîranîna Ferînaz Xosrewanî dest bi axaftina xwe kir. Ciyako got, "Di serî de Mahabad gelê me îro li gelek bajaran li ber xwe dide. Rejîma Îranê careke din rûyê xwe yê bê exlaq nîşanî Kurdan daye. Rejîma Îranê bi tenê zext û çanda tecawizê hêjayî Kurdan dibîne. Lê belê bila vê ji bîr nekin; Ne Kurd Kurdên berê ne û ne jî wê van polîtîkayên xwe bi ser bixînin. Ji niha û pê ve eger pêşeroja gelê me li holê be, çi pêwîst bike em ê bikin. Em ê soza me daye şehîdan bicih bînin."
Li Îranê di 9'ê Gulana 2010'an de siyasetmedarên Kurd Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Alî Haydariyan, di 26'ê Cotmeha 2013'an de jî siyasetmedarê Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr li Girtîgeha Ûrmiyeyê hatibû îdamkirin.
Li gorî raporên Rêxistina Efûyê, welatê ku di sala 2014'an de herî zêde mirov îdam kiriye, Îran e. Tevî hemû bangên navneteweyî jî îran dest ji vê polîtîkaya xwe ya îdamê bernade. Li gorî saziyên navneteweyî Îranê herî kêm 743 kes îdam kiriye. Di nava van de bi dehan siyasiyên Kurd hene.