'Şehîdên Meha Gulanê' li Ermenîstanê hatin bîranîn
'Şehîdên Meha Gulanê' yên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, li paytexta Ermenîstan Erîvanê bi civînekê hatin bîranîn. Di axaftinên li bîranînê de hat destnîşan kir ku meha Gulanê ji bo gelê Kurd meheke pîroz e.
HARÛN HÊVÎ / ANF
ERÎVAN
duşem, 18 gulanê 2015, 13:32
'Şehîdên Meha Gulanê' yên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, li paytexta Ermenîstan Erîvanê bi civînekê hatin bîranîn. Di axaftinên li bîranînê de hat destnîşan kir ku meha Gulanê ji bo gelê Kurd meheke pîroz e.
Merasîma bîranîna 'Şehîdên Meha Gulanê' bi beşdariya malbatên cangoriyan, Seroka Kurdistan Komîte Jinîka Qadir û hejmareke zêde Kurdistaniyan li paytext Erîvanê pêk hat.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê Seroka Kurdistan Komîte Jinîka Qadir mafê axaftinê girt û bal kişand ser girîngiya meha Gulanê ji bo gelê Kurd.
Endamê Kurdistan Komîte Dawût Karasû jî da xuyakirin ku meha Gulanê meha rexnedayîna xwe û dilsoziya bi bîranîna cangoriyan re ye.
Ji malbatên cangoriyên têkoşîna azadiyê dayika Kûbar mafê axaftinê girt û anî ziman ku weke Kurdên Êzidî yên li Ermenîstanê di têkoşîna azadiyê de ew jî xwedî şehîd in û got, "Erê zarokên me şehîd in, dilê me ji aliyekî ve dişewite, lê li aliyê din em serbilind in. Ji ber ku em dikarin bi serbilindî bêjin, em Kurd in û xwedî şehîdan e. Şehîd namirin, bijî Kurd û Kurdistan."
Civîna bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Şehîd rûmeta me ne" me ne, bi dawî bû.