Li bajarê Elmanya Lûdwîgshafenê, sê bira Nasir, Bektaş û Hasan Goksûngûr ên di demên cuda de li nava refên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî 'Şehîdên Meha Gulanê' hat bîranîn.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 18 gulanê 2015, 15:38
Li bajarê Elmanya Lûdwîgshafenê, sê bira Nasir, Bektaş û Hasan Goksûngûr ên di demên cuda de li nava refên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî 'Şehîdên Meha Gulanê' hat bîranîn.
Merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Lûdwîgshafenê, bi beşdariya nêzî 100 Kurdistaniyan bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Ji Navenda Civaka Demokratîk Halîs Dogan axaftina vekirinê ya bîranînê kir û got, "Divê hemû welatparêz xwedî li şehîdan dekevin. Divê em xwedî li mîrateya şehîdan ji me re hiştine, derkevin."
Berdevkê Herêma Başûr a Komîteya Malbatên Şehîdan Lokman Arslan û xwişk Nasir, Bektaş û Hasan Goksûngûrg Fatoş Yener axivîn.
Fatoş Yener got, "Ji malbata me 3 şehîd hene. Yê destpêkê kekê min Nasir e. Di 28'ê Gulana 1991'ê de tevî 10 hevalên xwe li Bazarcixê şehîd ket. Birayê min ê biçûk Bektaş, dema bi şehadeta kekê min Nasir hesiya, hingî pola 2. a lîseyê dixwend. Berî tevlî merasîma cenazeyê kekê min bibe derket serê çiyê. Ew jî piştî salekê di sala 1992'an de li Başûr şehîd ket. Kekê min ê herî biçûk Hasan Goksûngûr jî kekê min ku îdeolojiya Apoyiyan anî nava malbata me. Kekê min Hasan jî di sala 1989'an de bi hevser û zarokên xwe re derket Ewropayê. Li Ewropayê 4 salan di girtîgehê de ma. Piştî ji girtîgehê derket berê xwe da çiyê. Ew jî di sala 1997'an de di şerê Başûr de şehîd ket. Em êşa sê birayan bi hev re dijîn. Ji her sê birayan bi tenê gora yekî heye.
Em Şehîdên Meha Gulanê bibîr tînin. Bi hezaran şehîdên me hene ku ji bo azadiya gelê Kurd canê xwe dane. Em weke Kurdên li Ewropayê dijîn, ti carî nikarin jiyaneke aram dûrî ji rastiya xwe bijîn. Diya min êşa 3 kurên xwe li gorekê bicih kiriye. Gora 2 birayên min ne diyar e. Li Kurdistanê bi sedan malbatên bi vî rengî hene. Rêyeke me ya bi tenê heye; ew jî di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de serketina HDP'ê û dawîanîna li dîktatoriya Erdogan e."
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî Lokman Arslan got, "Em îro bi van êş û zehmetiyan hatin van vê derê. Divê em wezîfe û berpirsyariyên şehîdên me ji me re hiştine bicih bînin."
Li dû axaftinan Pîr Metîn ê FEDA'yê, li gorî baweriya Sersorên Elewî, dua lokma kir û nanê xêrê hat belavkirin. Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên 'Şehîd Namirin' bi dawî bû.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî 'Şehîdên Meha Gulanê' hatin bîranîn.
Di merasîmê de li ser 'Şehîdên Meha Gulanê' sînevîzyonek bi zimanê Kurdî û Tirkî hatibû amadekirin hat nîşandan. Her wiha Ferînaz Xosrewanî ya li Mahabadê dema hewl da ji tecawizkariya endamên îstîxbarata Îranê rizgar bibe jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn.