Saziyên sivîl çûn serdana gundiyên Qendîlê

Saziyên sivîl çûn serdana gundiyên Qendîlê

Bombebarana li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê didome. Rêxistinên yên Ranyayê li Qendîlê mexdurên sivîl yên bombebaranê ziyaret kir.

Heyetê gundên Bukruska, Enzê û gelê derdora zozanan ziyaret kir û der barê xesara êrîşên balafirên şer yên tirk de agahî girtin.

Ji mamosteyên gundê Enzê, Serhat agahî da heyetê û da zanîn ku psîkolojiya zaroka xerabûye û ligel fikra ku gelê sivîl dijî rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê bê dengiya xwe diparêzin.

Di hevdîtinan nêzîkatiya hikûmeta Başûr ya li hemberî gund, rez, av, elektîrîk û tendustiya Qendîlê jî hatin rexnekirin.

Heyeta ji rêxistinên civaka sivîl pêk dihatin, diyar kirin ku dê giliyên xwe ragihînin saziyên têkildar.