Sariyildiz: Welat bûye gola xwînê em bi fikarin

Sariyildiz: Welat bûye gola xwînê em bi fikarin

Rûniştina doza 41 jê girtî 55 siyasetmedarên Kurd yên ji doza "KCK" ya Şirnexê tên darezandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê hate dîtin. Di rûniştina dozê de Parlementerê BDP'ê yê girtî yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bal kişand ser gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û diyar kir ku, Tirkiye bûye gola xwînê û ew ji pêşeroja Tirkiyeyê bi fikarin û wiha got: "Divê bi lezgîn şert û mercên Birêz Ocalan ên azadiya fîzîkî, tenduristî û ewlehiyê bê parastin û başkirin. Mafê parastine bê dayîn."

Rûniştina doza KCK'ê ya Şirnexê ku 41 jê girtî 55 kesên ku di nav de Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî heye, li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê hate dîtin. Doz di bin tedbîrên mezin ên polîsan de hate dîtin. Di rûniştina doza KCK'ê de 3 nokteyên lêgerînê hatin avakirin. Welatiyên ku xwestin dozê bişopînin yek bi yek di lêgerînê re derbas bûn. Ji 41 girtiyan 10 girtî ji ber raporê Tevlî dozê nebûn. Di rûniştinê de ji ber heyeta dadgehê hate guhertin zabit ji nû ve hatin xwendin.

Piştî xwendina nasnameyan parêzeran parastin kir û xwestin muwekilê wan serbest bên berdan. Lê heyetê daxwaza parazêran red kir. Parementer Sariyildiz jî mafê axaftinê kir û xwest ji bo çareseriyê berî her tiştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan. Sariyildiz bal kişand ser gireva birçîbûnê ya li girtîgehan ya bêdem û bêdorveger û diyar kir ku, ev yek wan dixe nava fikarê û wiha got": "Divê berî her tiştî Birêz Ocalan şert û mercên wî yên fîzîkî bên başkirin. Daxwazên wî yên azadiya fîzîkî, tenduristî û ewlehiyê bê parastin. Ger ku şert û mercên wî bên başkirin wê demê dê hinceta şer ji holê rabe. Niha welat vegeriya ye gola xwînê. Ji bo gola xwînê bi dawî bibe divê berî her tiştî daxwazên girtiyan bên bersivandin. Ji ber ku daxwazên gel li ber çavan nayên girtin Tirkiye ketiye vî halî. Divê daxwazên gel ên perwerdehiya zimanê zikmakî, parastina kurdî, statuya gelê kurd, nasname û siyasetî bên qebûl kirin û bi zagonan bên parastin.

Heyetê piştî navberê daxwazên parêzeran red kir û doz taloqî 24'ê kanûnê kir.