Sariyildiz: Bila AKP ji sîleya Botanê re amade be
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Şirnexê Sariyildiz diyar kir ku ew ê ji sedî 90 ê dengên li bajêr bi dest bixin û nehêlin ku AKP wekîlekî bi tenê jî derxîne.
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Şirnexê Sariyildiz diyar kir ku ew ê ji sedî 90 ê dengên li bajêr bi dest bixin û nehêlin ku AKP wekîlekî bi tenê jî derxîne.
Namzet û parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyar kir ku partiyên sîstemê li Şirnexê êdî veguherîne partiyên tabela û destnîşan kir ku gelê Şirnexê mîna rêveberên HDP'ê di haya girîngiya hilbijartinê de ye. Sariyildiz got, "Weke HDP'ê ji bo em vê keştiyê bigihêjînin bendergeheke aram, divê êdî mazlûm û gel di îdareya wê de bin."
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê rêza yekemîn ê Şirnexê Faysal Sariyildiz, ji me re hilbijartin û rewşa Şirnexê nirxand.
Hûn dikarin hinekî behsa pêvajoya xwe ya namzetiyê bikin?
Di çarçoveya operasyonên KCK'ê yên ji bo tinekirina Kurdan ji qada siyasetê hatin meşandin de, 5 salan li girtîgehê hatim ragirtin. Di dema ragirtina li girtîgehê de ji Şirnexê weke parlamenterê dema 24. hatim hilbijartin. Piştî hatim hilbijartin bi qasî 2 salan ençar mam wekîliya xwe li girtîgehê bimeşînim. Bersiva herî rast a li zîhniyeta operasyonên KCK'ê meşand, wê israra di têkoşîna demokratîk a ku bû sedema girtina me bûya. Lewma 'sûcên' bûn sedema darizandina me, me careke din dubare kirin. Ev sûc çi ye? Meşandina têkoşîna ji bo avakirina jiyaneke azad û demokratîk a gelekî bû. Hevkariya stratejîk a AKP'ê bi DAIŞ a taşeronê hêzên paşverû yên herêmê ye, karesateke civakî ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn bi xwe re anî. Yek ji erdnîgariyên ku ev hevkariya qirêj bi tehcîr û qirkirnê bi encam bû, Kurdistan e. Gelê Kurdistanê di sala 2014'an de ji du serdemên girîng ên dîrokî yên êş û berxwedanê re şahidî kir. Li dijî Komkujiya Şengalê ku yek ji mezintirîn zalimtiya sedsala 21'an e û li hemberî artêşa barbaran, destan Kobanê ya bi berxwedana dîrokî ya li her bihostê hat meşandin, xwe da der. Têkoşîna li Kobanê û Şengalê tên meşandin ku li tevahiya cîhanê deng veda, berpirsyariyên dîrokî dida ser milên me. Li pêşberî van berxwedanên ji lehengiyên mezin, xebata me meşand weke dilopek ji okaynûsê bû. Bi vê rojeva germ a li Kobanê û Şengalê re, tevgera civakî ya li Şirnexê, tempoya me ya xebatê zêdetir dikir. Ji bo ez jî barê vê têkoşîna pîroz a gelê me bidim ser milê xwe, min serlêdana namzetiyê kir.
Bi dîtina we HDP dikare çend parlamenteran ji Şirnexê derxîne? Hin eşîr hebûn destek didan AKP'ê. Gelo şensê AKP'ê heye ku ji Şirnexê parlamenterekî bişîne meclîse?
AKP a ku êşa herî mezin da Şirnexê, wê di 7'ê Hezîranê de sîleyeke xurt a Botanê bixwe. Weke ku tê zanîn sîleya Botaniyan dijwar e (Dikene). Şirnexê di hilbijartinên Serokkomariyê de bi rêjeya ji sedî 83'an destek da Hevserokê me Birêz Demîrtaş û rekora Tirkiyeyê şikand. Heta dawiyê bi bawer im ku di van hilbijartinan de Şirnex wê vê rêjeyê derxîne ji sedî 90'î. AKP wê nikaribe parlamenterekî bi tenê jî bişîne Enqereyê.
Gelê Botanê ku bi hemû biryarên Tevgera Kurd ve dilsoz e, projeya HDP'ê çawa pêşwazî dike? Ev proje wê bersiva xwe bibîne?
Birêz Ocalan ku têkoşîna hevpar a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê weke 'emaneta Mahîran' dibîne, ev emanet radestî HDP'ê kiriye. Ji ber ku ruhê Mazlûman, Kemalan, Mahîran û Denîzan îro HDP şênber kiriye. Gelê Botanê bi salan bi emanetê Birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd re dilsoz maye. Di navbera Botanê û tevgera azadiyê de têkiliyeke mezin a baweriyê heye. Birêz Ocalan ku ji mîmarên vê proejyê ye, yekane temînata gelê Botanê ye. Ji ber vê yekê em dikarin bi hêsanî bêjin ku herêma bi xurtî xwedî li projeya HDP'ê derketiye, Botan e.
Li herêma we ya hilbijartinê gelek bendav, HES û qereqolên ji bo ewlekariyê tên çêkirin. Li aliyê din, cihê ku operasyonên leşkerî lê destpê kirin Botan e. Ev rewş gelê herêmê naxe nava tirs û fikaran? Li hemberî vê yekê weke HDP hûnê bikevin nava hewldanên bi çi rengî?
Feraseta serdest a li Kurdistanê dixwaze zordarî û serdestiyê li jiyana çandî, siyasî û civakî ya gelê me bike, bi heman têgihiştinê nêzî xwezaya me jî dibe. Yên ku ji bendavên zerarê didin ekolojiyê û rê li ber hilweşînên mezin ên civakî vedikin sûdê werdigirin, ne civatên herêmî ne, dewlet û koalîsyona wê ya sermayeyê ye. Bendav, HES ên ewlekariyê û koçberiya girseyî, rê li ber tinebûna dîrok, erdê çandinî û li hev belavbûna hemû hêmanên çandî vedikin. Ji ber ku ev 40 sal in bi hemû rê û rêbazên xwe re nikarin têkoşîna azadiyê ya Kurd tine bikin, bi rêbazên li derveyî şer bendavên ewlekariyê ava dikin.
Di pêvajoyên diyalog û muzakereyê de divê hemû alî bi hestiyariyeke mezin nêzî hesasiyetên hev bibin. Birêveçûna van pêvajoyan, bi avêtina gavên baweriyê didin, dibe. Birêz Ocalan û PKK, ji bo ev bawerî ava bibe û aştî bibe malê gelên Tirkiyeyê berpirsyariyên dikevin ser milê xwe bicih anîn. Lê belê hikûmeta AKP'ê di vê pêvajoyê de bi qereqol, bendavên ewlekariyê û santralên termîk re tehde da gel û ji aliyê siyasî ve sebra gel fûrand.
Gelê Şirnexe bi awayekî rêxistinbûyîneke xurt nîşan dide ku li dijî çêkirina bendavên ewlekariyê û santralên termîk e. Li dijî santralên termîk bi beşdariya 10 hezar kesî mîtîng hatin lidarxistin... Weke HDP ji bo sekinandina van 'projeyên dînîtî' yên AKP'ê, di dema pêş de em ê bêhtir têbikoş in. Li dijî bendavên ewlekariyê û santralên termîk ên li Şirnexê, bi dînamîkên herêmî yên li bajêr re em ê xebatên xwe yên hevpar xurtir bikin.
Gelê Şirnexê bi salan bi binpêkirina mafan re rû bi rû hat hiştin. Bi hinceta ewlekariyê bi salan weke herêma qedexe hatibû îlankirin. Gelê li vê herêmê dijî, çi ji HDP'ê hêvî dike?
Şirnex ne tenê li binpêkirina mafan rast hat. Di heman demê de bi îlankirina herêmên qedexe yên leşkerî û valakirina gundan re li qirkirineke mezin a aboriyê jî rast hat. Ji ber pevçûna zêdeyî 30 salî yên ji ber hebûna pirsgirêka Kurd, herî zêde Şirnex ji aliyê binesaziya civakî-aborî ve zerar dît. Ji ber şewitandin û valakirina gundan ji aliyê dewletê ve, mirov neçar man koç bikin. Beşeke mezin a çavkaniya debara bajarê me çandinî û bazirganî ye. Lê belê ji ber ku herêmên bejahî weke herêma qedexe hat ragihandin, sewalkarî hema bêjin qediya. Şirnex di heman demê de ji aliyê sektora madenkariyê, bi taybetî jî rezevên komirê ve xwedî çavkaniyên dewlemend ên binê erdê ye. Lê belê ji ber konsepte bi mejiyê ewlekariyê, gelê me nikare ji van hemû dewlemendiyan sûdê werbigire.
Şirnex ji ailyê bêkariyê ve di rêza yekemîn a Tirkiyeyê de cih digire. Fatûreya şerê ku rê li ber mirina bi deh hezaran kesî û ser û bin bûyîna rewşa civakî ya Tirkiyeyê vekir, herî zêde li Şirnexê hat birîn. Şirnex a ku bi hezaran ewladên xwe binax kir, jiyana wê ya bazirganî û tûrîzmê jî li ber bidawîbûnê ye. Gelê herêmê bi awayekî mafdar, ne tenê daxwazên polîtîk bilêv dike. Ji bo jiyana civakî û aborî ya li bajêr zindî bike ji me xebatê dixwaze. Ji bo em bendewarî bicih werin anîn, weke parlamenterên herêmê û dînamîkên xwecihî yên bajêr, divê em hîn bêhtir têbikoş in.
Herî dawî, ji bo yên deng didin HDP'ê û gelên hînê di vî warî de îqna nebûne, bangeke we heye?
Weke HDP me banga mirovahiya mezin a ji bo jiyana nû kirin. Armanca bingehîn a vê bangê, avakirina mala hevpar a gelên Tirkiyeyê ye. Welatiyên me yên îqna nebûne divê vê baş bizanibin; hilbijartinên 7'ê Hezîranê hilbijartineke ji rêzê nîne, xwedî girîngeyek ku dikare çarenûsa me hemûyan biguherîne. Serdestên ku îdareya keştiyê xistine bin kontrola xwe, welêt ber bi karesatekê ve dibin. Weke HDP'ê ji bo em vê keştiyê bigihêjînin bendergeheke aram, divê êdî mazlûm û gel di îdareya wê de bin.