Şaredariya Hênê jî hat desteserkirin
Hikûmeta AKP'ê, qeymeqamê Tirk ê li Karazê Yûsûf Tûrhan weke qeyûm şand Şaredariya Hênê.
Hikûmeta AKP'ê, qeymeqamê Tirk ê li Karazê Yûsûf Tûrhan weke qeyûm şand Şaredariya Hênê.
Piştî ku Hevşaredarê Hênê yê DBP'yî Abdûrrahman Zorlû bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hat girtin, dewleta AKP'ê vê carê jî dest danî ser şaredariya Hênê û qeyûmê xwe şand şaredariyê.
Li gorî agahiyan, qeymeqamê Tirk ê li navçeya Karazê Yûsûf Tûrhan weke qeyûm li Şaredariya Hênê hatiye bicihkirin.