Şandeya HDK'ê li Samsunê ye
Şandeya HDK'ê li Samsunê ye
Şandeya HDK'ê li Samsunê ye
Şandeya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), piştî êrîşên nîjadperestan ên li Sînopê hinek kêmbûn bi wesayîtên zirxî derbasî Samsunê bû.
Şandeya HDK'ê ya li Sînopê nêzî 9 seatan rastî êrîşên komên nîjadperest hatin di seatên şevê de bi wesayîtên zirxî yên polîsan ber bi Samsunê ve bi rê ket. Wesayîtên heyetê ji aliyê êrîşkaran ve hatin darpkirin û talankirin.
Şandeya bi wesayîtên polîsan hate derketina Sînopê hat û pişt re bi wesayîtên sivîl berdewam kirin. Bi heyetê re li ber îxtîmala di rê de êş pêk bên wesayîtên zirxî heta Samsunê hatin. Hate dîtin ku li ser riyan komên nîjadperest disekînin. Heyet li navçeya Atakumê ya Samsunê li Otela Omtelê bi cih bû. Di ketina otelê de heyet ji aliyê komekê ve hate pêşwazîkirin. Polîsan li dora otelê û nava otelê de tedbîrên ewlehiyê girtin.
Hate zanîn ku heyet ewil dê seat di 11.00'an de bi xebatkarên çapemeniyê yên herîmî û neteweyî bên cem hev û civîna çapemeniyê li dar bixin.