Sadak: AKP xwe dixapîne, em ê têkoşîna xwe bidomînin

Sadak: AKP xwe dixapîne, em ê têkoşîna xwe bidomînin

Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak AKP di çarçoveya operasyonên ji bo tunekirinê li dijî BDP’ê dimeşîne, de endamên BDP’ê bi hincetên bêpalpişt binçav dike û got: “AKP’ê ji me xwest ku em ji bo wan bixebitin, piştî ku nekarî vê yekê bike îcar jî êrîşê mekir. Ger AKP dibêje dê me bi zextan têk bibe û dê ji wê re bixebitin, xwe dixapîne.”

Di encama operasyonên li dijî BDP’ê bi fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê li Êlih, Sêrt û Mêrdînê pêk hat de Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak jî hatibû binçavkirin. Sadak duh serbest hat berdan.

'AKP DIXWAZE BDP’Ê BI TEMAMÎ TUNE BIKE'

Sadak ku ji ANF’ê re axivî diyar kir ev operasyon bi armanca “zindînehiştina BDP’ê” tê kirin û got: “Em jî di vê çarçoveyê de bi hincetên bêbingeh û bêpalpişt hatin binçavkirin. AKP hewl dide ku hemû kesên ku naşibe wê û pesnê wê nade biçewisîne. Dixwaze qada legal-demokratîk bigire.”

Sadak da zanîn ku BDP xwedî fonksiyona muxalefeta sereke ye û wiha pê de çû: “Ji ber vê jî tehemûl nake. Bi ya min sedema sereke ya van operasyonan ev bêtehemûlî ye. KCK’ê weke hincetekê tînin rojevê. AKP dixwaze BDP’ê bi temamî tune bike.”

PIRSÊN DI BINÇAVAN DE TÊN PIRSÎN

Sadak ku got: “Kurdan rojên zortir li pey xwe hiştin û têkoşîna xwe berdewam kirin”, bi bîr xist ku bi hezaran kuştinên kiryar nediyar, şewitandinên gundan nekarî Kurdan tune bikin û got: “Ev têkoşîna bi ezîm a Kurdan dê AKP’ê jî û yên niha jî derbas bike” û pirsên di binçavan de ji wan tê pirsîn aşkere kir: “Gotin ku min di meclîsên bajêr ên girêdayî KCK’ê de li Sêrtê cih girtiye. Dîsa îdîa kirin ku min berjewendiyên şaredariyê daye PKK’ê, malbatên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, an jî di girtîgehê de ne. Dîsa ji min pirsa ka me û Birêz Gultan Kişanak bi PKK’yiyan re hevdîtin pêk aniye an na."

Sadak berisva van îdîayan da, diyar kir ku ew bê ku nêrîna siyasî ya kesî bipirse karûbarên şaredariyê bi rê ve dibe û got: “Min îdîaya ku dibêje min li çiyê bi PKK’ê re hevdîtin pêk aniye derewan. Ger min hevdîtin pêk bianiya, min dê bigota. Ez çima veşêrim..”

Sadak diyar kir ku ger ew bihatiba girtin dê şaredarî biketiba destê AKP’ê û got: “Ji ber ku dê hejmara me ya Meclîsê dabiketa 12 endaman. Hejmara wan jî dibû 13.” Sadak wiha odmand: “AKP’ê ji me xwest ku em ji bo wan bixebitin, piştî ku nekarî vê yekê bike îcar jî êrîşê mekir. Ger AKP dibêje dê me bi zextan têk bibe û dê ji wê re bixebitin, xwe dixapîne” û da zanîn ku ew ê ji cihê ku lê mane xebata xwe bidomînin.