Artêşa Tirk a dagirker li ser rêya Bamernê nasnameyan kontrol dike

Artêşa Tirk a dagirker ku ji sînorê Berwarî Bala û Amêdiyê yên Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê pêk tîne, li herêmê noqteyên kontrolê ava kir û dest bi kontrolkirina nasnameyan kir.

ÊRÎŞÊN DAGIRKIRINÊ

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker li ser rêya sereke ya bajarokên Bamernê û Kanî Masî noqteyên kontrolê danîne û bi şêniyên Başûrê re bi Tirkî diaxivin û ji wan xwestin ku nasnameya xwe nîşan bidin.

Hate diyarkirin ku leşkerên Tirk hişyarî dane gel ku nasnameyên xwe li cem xwe bihêlin û di noqteyên kontrolê re derbas nebin.