Rûyê Kabiyê tê guhertin

Bi xebatên çêkirin û sererastkirina rê, kevirkirina rêyan û kolanên taxa Kabiyê ya girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê rûyê vî gundî hate guhertin.

Bi xebatên çêkirin û sererastkirina rê, kevirkirina rêyan û kolanên taxa Kabiyê ya girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê rûyê vî gundî hate guhertin. 

Gerînendehiya kar û barên fenê yê şaredariya Sûr a Amedê ji bo bidestxistina derdor û xwezayeke paqijtir dest bi çêkirina rêyan, kevirina û asfaltkirina rê û kolanên taxa Kabiyê kir. 

Wekî tê zanîn ji meha Çileyê de xebatên li taxa Kabiyê hatibûn destpêkirin lê ji bo xebatên DÎSKÎ yên binesaziyê ew xebat hatibûn taloqkirin. Lê niha piştî ku xebatên DÎSKÎ bi dawî bûn şaredariya Sûrê ji nû ve dest bi berdewamkirina xebatên xwe kir û destê bi raxistina kevirên piyarêyan kir. 

Hevşaredarê Sûrê Seyid Narîn ku tevî Hevşaredarê bajarê Mezin Firat Anli tevlî xebatên kontrolkirina van xebatan bûn der barê van xebatên de wiha got:  "Heta ji me were em ê xebatên xwe ji bo hemû tax û gundên navçeya xwe berdewam bikim û em ê rûyekî xweşiktir û berdewtir bidin navçeya xwe'. Li taxên ku xebatên binesaziyê lê qediyane em ê dest bi xebatên kevirin û paqijkirina derdorê bikin. Her wiha wê şaredariya me ya bajarê Mezin jî dest bi xebatên asfaltkirina kolanên sereke kiriye û ew xebat jî bê navber berdewam dikin."

Li kêleka van xebatan jî xebatên paqijiya sergoyan û axa ji ber kolana hefriyatan dimîne jî berdewam dike û di vê çarçoveyê de me heta niha zêdeyî 300 kamyon çop ji van bermayan veguhestiye derveyî bajêr. 

Her wiha gerînendeyê karên Fenê Yaşar Dundar jî ev agahî da û diyar kir ku heta niha di xebatên beşa destpêkê de derdora 22 hezar metre kare hatiye kevirkirin, her wiha derdora 250 kamyonên melzemeyan, 68 boriyên çîmento di sererastkirinên kolan û cadeyên taxan de bikar anîne.

...