Rûstem Cûdî li Efrînê hate bibîranîn

Rûstem Cûdî li Efrînê hate bibîranîn

Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM), li Navçeya Bulbil a Efrînê, bi minasebata salvegera şehadeta Endamê Konseya Birêvebir a KCK’ê Rûstem Cûdî, civinek girseyî li dar xist.

Civîna ku li meydana gund hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê TEV-DEM’ê Xebat Dêrik axivî û li ser kesayetiya Rûstem Cûdî rawestiya. Efrîn, ev tişt gotin: “Rûstem Cûdî bi îradeya xwe ya azad û hezkirina netewa xwe, di dilê mirovan de cihê xwe girt. Şehadeta Rûstem Cûdî em gelekî xemgîn kirin, lê wekî şehîdên me yên din, emê bi mezinkirina têkoşîna xwe wî di têkoşîna xwe bidin jiyandin.”

Dêrik, her wiha bal kişand ser komploya navnetewî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku ev komplo li gel ku biser neketiye jî hîn didome, lê gelê kurd li hemberî hemû êrîşan xebatên avakirina xweseriya demokratîk didomîne û planên dijminên xwe vala derdixîne.