Rûniştina doza Tûglûk û Turk pêk hat

Rûniştina doza Tûglûk û Turk pêk hat

Rûniştina doza Hevserokên KCD'ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk ya ku bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kirin" pêk hat.

4'emîn rûniştina doza Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tûglûk û Ahmet Turk li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê pêk hat. Di rûniştina Tûglûk û Turk tevlî nebûyîn de Prz. Fethî Gumuş amade bû.

Heyeta Dadgehê berê Turk û Tûglûk bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kirin" darezand lê di rûniştina dawî de cih da îdîaya "Çalakiya muxalefetê ya li hemberî zagona hêjmara 2911'an kir" Heyeta Dadgehê biryara ji bo mafê destnedayînê yê Tûglûk û Turk bê rakirin ji Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan ya Wezareta Dadê re fezlekeyê amade bike û li benda encama vê yekê bimîne da û pişt re rûniştin taloqî 26'ê Kanunê kir.