Rûniştina doza Şaredar Kaya û 12 siyasetmedaran 22 Çileyê ye

Rûniştina doza Şaredar Kaya û 12 siyasetmedaran 22 Çileyê ye

1'emîn rûnşitina doza Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî di nav de 10 jê girtî 13 siyasetmedarên Kurd dê di 22 Çile roja Sêşemê de bi tevlêbûna 100 parêzaran li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê bê dîtin. Li bendê ye ku bi hezaran kes li ber deriyê edliyê kom bibin.

Di 7'ê Pûşberê de li Wan û navçeyên wê de operasyonek hatibû lidarxistin û di encamê de di nav de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî hebû 14 kes hatibû binçavkirin. Ji 14 kesan Bekîr Kaşa jî di nav de 10 kes hatibûn girtin û bi tevahî di derbarê 13 kesan de jî doz hatibû vekirin. Pişti îdîanameya di derbarê 13 siyasetmedaran bi dawî bû, dê 1'emîn rûniştina 13 siyasetmedarên kurd di 22'ê Çile roja Sêmeşê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin.

Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Hevserokê berê BDP'a Wanê û parêzerê Buroya Hiqûqa Asrin Prz. Cuneyt Canîş û Şaredarê berê ya Elbakê yê ku ji aliyê Wezareta Navxweyî ji kar hatibû girtin Îhsan Guler, Serokê BDP'a Navçeya Bêgirê Mehmet Şîrîn Yildiz, Şanedarê Qelqeliyê Mûrat Dûrmaz, Serokê berê ya BDP'a Navçeya Elbakê û endamê KCD'ê Dervîş Polat, Şaredarê Artemêtan Abdûlkerîm Sayan, Serokê BDP'a Navçeya Çildêranê Metîn Adûgît, Serokê berê ya BDP'a Navçeya Erdîşê Velî Avci û Serokê BDP'a Navçeya Qelqeliyê Yakûp Almaç bi angaşta 'Endamên rêxistinê ne' girtibûn û şandibûn girtîgehê.

Di rûniştina dozê de dê zêdeyî 100 parêzer û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî jî tevlî rûniştina dozê bibin. Rûniştina dozê dê li ber Girtîgeha Tîpa M ya berê ku niha wekî avahiya Edliyê têbikar anîn bê dîtin. Li bendê ye ku bi hezaran kes tev li rûniştina dozê bibin û piştgiriyê bidin siyasetmedaran.

100 PARÊZER DÊ DOZÊ BIŞOPÎNIN

Ji Baroya Wanê 70, ji 13 baroyen herêmê jî dê 30 parêzer tevlî dozê bibin. Dîsa Dê Platforma Mafên Mirovan a hevbeş, Rêxistina Efoya Navneteweyî, Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÝHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÝHD) Nûnerê Delegesyona NY'ê jî di navde dê bisedan nûnerên rêxistinên civakî tevlî rûniştina dozê bibin.

Dîsa dê nûnerê HRW, Komeleya Welatiyên Helsinkî sefîrên weletên NY'ê yên Tirkiyeyê û parlamenterên BDP'ê jî dê tevlî dozê bibin. Li gelek kolan û taxan pankartên "Ez jî di 22'ê Çile de li vir im", "Ji bo hiqûq û azadiyê di 22'ê Çile de em li ber edliyê ne" û "Em di 22'ê Çile de bi şaredarê xwe re tên cem hev"

Der barê dozê de Prz. Erhan Aksoy, diyar kir ku ew di rûniştina ewil de li bendê ku Kaya û girtiyên din serbest bên berdan. Aksoy, anî ziman ku girtina siyasetmedaran ne hiqûqî ye lazime serbest bên berdan.

'NE KAYA GEL TÊ DARIZANDIN’

Wekilê Şaredarê Wanê Sabrî Abî jî anî ziman ku di şexsê Bekîr Kaya de hemû gelê Wanê tê darizandin û dê di 22'ê Çile de bi girseyek herî mezin biçin ber edliyê û dozê bişopînin. Abî xwest gelê wanê di 22'ê Çile de li ber edliyê li şaredarê xwe xwedî derkeve û vê bêhiqûqiyê şermezar bike. Abî da zanîn ku hevalê wan 8 mehin bê heq û hiqûq 8 mehin girtî ne û bi vê yekê gelê Wanê hatiye cezakirin. Abi bang li gelê Wanê kir û hemû gelê wanê di 22'ê Çile de daweti ber edliyê kir.

Wezareta Navxweyî peywirgirtina kar Bekîr Kaya erê kiribû û wiha hatibû gotin: "Şaredarê Wanê Bekîr Kaya ji ber sûçdariya 'Endamê rêxistinê ye' ji ailyê 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Nobeder a Wanê ve di dîroka 10/06/2012'yan de û li gorî muzakereya gitinê ya nimreya lêpirsînê ya 2012/54'an hate girtin. Navê kesên derbas dibe li gorî madeya 127'an a makezagonê ya firkeya 4'emîn guncav e ku ji peywirê bê dûrxistin. Heke guncav bê dîtin li gorî peywira Wezîrê Navxweyî û madeya 127'an a makezagonê ya firkeya 4'emîn a hejmara 5393'yan û zagona şaredariya ya madeya 47'an Şaredarê Wanê Bekîr Kaya bi tedbîra demî ji peywirê bê girtin biryar hate dayîn."

Waliyê Wanê jî di 14'ê hezarînê de ji Şaredariya Wanê re nivîs şand û diyar kri ku Şaredar Kaya ji peywirê dûr hatiye xistin ragihand.