Rûniştina KCK'ê ya Êlihê ya 34 jê girtî ya 40 kesan destpê kir. Rûniştinê bi bersiva “Ez li virim” destpê kir.
Yekemîn runiştina KCK'ê ya Êlihê ya di nav de Nûçegihana ajansa DÎHA’yê Gulsen Aslan jî heye ya 34 jê girtî ya 40 kesan li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê destpê kir. Nûçegihana DÎHA’yê Gulsen Aslan ya ku sirgûnî Girtîgeha Jinan ya Sîncana Enqere hate kirin, neanîn rûniştinê û 27 kesên din di rûniştinê de amade bûn.
Di rûniştinê de di dema tesbîta nasnameyan de kesên tevlî rûniştinê bûn bi kurdî bersiva "Ez li virim" dan. Parlementerên BDP'ê Ayla Akat û Sebahat Tuncel jî tevlî runiştinê bûn. Ji ber salona rûniştinê biçûk bû gelek kesan nekarî bikevin salonê û gelek parêzer jî li ser piyan man.
Serokê dadgehê diyar kir ku, rûniştin dê çend rojan berdewam bike û dê sibê derbazî salonekî din ya fireh bibin.