Rûniştina 69’emîn a doza sereke ya 'KCK'ê dest pê kir

Rûniştina 69’emîn a doza sereke ya 'KCK'ê dest pê kir

69'emîn rûniştina 108 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd ên di bin navê doza KCK'ê ya Amedê de tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê giran a Amedê dest pê kir.

69'emîn rûniştina 108 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd ku di navde şaredar parlamenter, parêzer jî hene di bin navê doza KCK'ê ya Amedê de tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê giran a Amedê dest pê kir.

Di rûniştina îro de tenê 30 siyasetmedaran amade bûn. Siyasetmedarên din hemû ji ber ku rapor girtibûn tevlî rûniştinê nebûn.

Parêzer û xizmên girtiyan jî di rûşitinê de amade bûn. Îro dê delîlên der barê Şaredara Sixkê ya berê Gulcîhan Şimşek de bên xwendin.