Rojvan ê 6 mehî nikare li girtîgehê îdare bike!

Rojvan ê 6 mehî, ku neçar e tevî dayika xwe li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bimîne, ji ber şert û mercên girtîgehê timî nexweş dikeve. Dayika Rojvan Leyla Eleftoz Baran nameyek şand, qala rewşa girtîgehê kir û banga alîkariyê li raya giştî kir.

Leyla Eleftoz Baran dema diçû Amedê di rê de hatibû binçavkirin û di 11'ê Îlonê de biryara girtina wê hatibû dayîn. Rojvan jî pitikekî 6 mehî ye ku divê bi şîrê dayikê bê xwedîkirin. Ew jî mehek e tevî dayika xwe li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê girtin.

Rojvan ê nema dikare li girtîgehê îdare bike, gelek caran nexweş dikeve. Çend roj berê canê wî sincirî û bavê wî ew ji girtîgehê derxist, bir nexweşxaneyê. Piştî tedawiya li vir careke din Rojvan birin cem dayika wî ya li girtîgehê. Ji ber ku bi şev sobe yan jî kalorîfer pê nakevin, li betaniyê tê pêçandin.

Li girtîgehê, ku paqijî lê kêm e, li qewîşên ji 45 kesan, gelek girtî tên girtin. Ne pêkan e ku Rojvan karibe li girtîgehê bimîne.

Ji ber ku li girtîgehê pisporê pedîatrî nîne, doktorê pratîsyen wî mûayene dike. Lê girtî pê hesiyan ku dermanên vî doktorî daye Rojvan, yên şaş in.

Dayik Leyla Eleftoz Baran ji girtîgehê nameyek şand, dema piştî girtinê û rewşa girtîgehê vegot.

Baran got, ew tevî kurê xwe Rojvan ê 6 mehî li girtîgehê tê girtin û ev tişt nivîsî:

"Ji bo tevlî merasîma cenazeyên pismamên xwe bibim, bi rê ketibûm. Leşkerên ku konvoya cenaze sekinandin, bi lez û bez ez binçav kirin û ewilî birin Hezroyê, piştre anîn Mêrdînê. Di vê rêwîtiyê de leşkeran min li helîkopter, wesayîta ejder û gelek maşînên zirxî siwar kir û mîna ku ez endameke payebilind a rêxistinê me û bi salan e li min digerin, tevgeriyan. Sedema van hemûyan, di dema îfadeya li dozgeriyê de ez hîn bûm. Qaşo ez di nava 'rêxistina çekdar a PKK'ê' de cih digirim. Yanî qaşo ez 'gerîlayeke pitikekî wê ya 5 mehî heye'. Di vê lêpirsîna trajî komîk de, di dema bûyerên ku ez pê dihatim sûcdarkirin de, hingî bi pênc mehan ducanî bûm. Yanî dema ew bûyer qewimîn, 'ez gerîlayeke zewicî û ducanî bûm'. Eger hûn li welatên din qala vê bûyerê bikin, dibe ku bibe mijarek çîrokan û pêkenokan. Lê mixabin li Tirkiyeyê tê serê mirovan. Ev sûcdariyên qaşo weke berpirsyar têm nîşandan, ji aliyê qanûnên vî welatî ve hatin qebûlkirin û min û kurê min xistin zîndanê. Belê kurê min jî bi min re xistin zîndanê; ji ber ku li gorî dem û asta sûcdariyên ez weke berpirsyar têm nîşandan, sûcdarê herî mezin ew e.

Niha jî ev mehek e em li zîndana Mêrdînê ne... Li qewîşeke teng a ji 45 kesan, ku mirovekî bi emr jî nikare bi hêsanî lê bijî, pitikê min ê şeş mehî di nava zor û zehmetiyan de mezin dibe. Pirsgirêkên germbûnê, nivînan, xwarinê, vexwarinê, şîr û ava germ, her wiha mayîna li nava çar dîwaran bandoreke neyînî li pitikê min dike. Cihekî ku karibe lê bilîze jî nîne. Tevî van hemûyan, doktorê ku ji bo her pirsgirêkeke girtiyên siyasî dibeje 'psîkolojîk e', dermanên şaş ji kurê min re dinivîsîne. Ji ber ku doktorê zarokan nîne, doktorê pratîsyen ê li vê zîndanê kurê min mûayene kir, dermanên ji bo zarokê 10 salî da pitikê şeş mehî. Eger em di wexta xwe de pê nehesibûna, dibe ku rewşa tenduristiyê ya pitikê min, ji ber van dermanan bêhtir nebaş bûya. Kurê min normal pitikekî tenduristiya wî gelekî baş bû. Ji ber pirsgirêka paqijiyê ya li girtîgehê, timî canê wî disincire û bi nexweşiyan dikeve.

Qedexeya hevdîtinê ku gelek caran li ser girtiyên siyasî tê ferzkirin, li pitikê min jî tê kirin. Di heman demê de ji me bêhtir mafên wî tên binpêkirin. Ji ber hevdîtina vekirî ya 2 mehan carekê, nikare bi têrkerî bavê xwe bibîne. Di hevdîtina saetekê de 'xetere' dibînin û nadin bavê wî yê li aliyê din ê camê.

Di sedsala 21'an de, li dijî van şert û mercên zehmet ên divê neyê serî kesî, ti qanûneke li Tirkiyeyê nabe bersiv. Tevî kurê xwe em hê jî li benda gilînameya nayê eşkerekirin e. Bi vî rengî têkoşîna xwe didomînin. Ez spasiya jinên ku di vê demê de xwestin destekê bidin me, dikim. Weke dayikekê, ev piştgiriya jinan a di demeke bi vî rengî de, hêzeke mezin da min. Çi dibe bila bibe, bi çi min sûcdar dikin bila bikin, weke jineke Kurd û weke dayikekê, ez dizanim ku li vê erdnîgariyê heta dawiyê mafdar im. Li vê erdnîgariya ku hemû qanûn li dijî me ne, ez zanim ku bi tenê bi zexta raya giştî dikare bersiv were dayîn. Lewma li benda piştgiriya raya giştî me ku destekê bide min û kurê min."

...