Rojnivîska Berxwedana Elkê
25’ê Îlona 2015’an li Elkê ya Şirnexê çalakiye şoreşgerî bi ser artêşa Tirk de hat. Gerîlayên HPG’ê û YJA-STAR’ê sê rojan bajar kirin bin kontrola xwe û pêngava şoreşgerî pêk anîn.
25’ê Îlona 2015’an li Elkê ya Şirnexê çalakiye şoreşgerî bi ser artêşa Tirk de hat. Gerîlayên HPG’ê û YJA-STAR’ê sê rojan bajar kirin bin kontrola xwe û pêngava şoreşgerî pêk anîn.
Dewleta Tirk 24’ê Tîrmeha 2015’an bi ser qadên gerîla û gelê Kurdistanê de oprasyoneke berfireh da destpêkirin. Li dijî vê gerîlayan çalakî dane destpêkirin û derbên giran li artêşa Tirk xistin. Yek ji çalakiya gerîlayan jî çalakiya şoreşgerî bû ku 25’ê îlonê li Êlkê bi ser artêşa Tirk de hate kirin. Gerîlayên HPG’ê û YJA-STAR’ê 3 rojan bajar kirin jêr kontrola xwe û pêngaveke şoreşgerî pêk anîn. Di çalakiyê de ku beriya bi salekê pêk hatibû hem gelek saziyên hundir û hem jî girên ku serdestiya wan li ser bajêr hebûn ketin jêr kontrola gerîlayan.
Kitekitên çalakiyê gerîlayên HPG’ê Delîl Amed û Latîf Gap ji ANF’ê re vegotin…
Delîl Amed diyar dike piştî ku ‘pêvajoya çareseriyê’ ji hêla dewleta Tirk û hikûmeta wê ve bi êrîşeke giştî ya bi ser gerîla û gelê Kurd de hate destpêkirin ev çalakiya şoreşgerî dest pê kir. Amed diyar dike dewleta Tirk xwe wekî hêzdar nîian bide lê diyar bû yên hêzdar PKK ye.
Amed diyar gelek dever dikarîbûn werin hilbijartin lê ji ber Elkê bajarekî biçûk bû û gelê wê welatparêz û hemû taybetmendiyên karekterîstîn ên civaka Kurd di xwe de diheband û dewleta Tirk li wir polîtîkayên taybet ên dimeşandin wan li ser Elkê biryar dane ku çalakiya şoreşgerî pêk bînin.
Gerîla Latîf Gap jî diyar dike meha 9’an a sala 2015’an wan bi kitekitî xebatên xwe yên keşfê kirine û piştî wê biryar hatiye standin ku 24’ê mehê tevbigerin û çalakiyê berê sibehê 25’ê mehê bidin destpêkirin. Latîf Gap diyar dike ku saet 6.30’an hemû kom tevgeriyan û li bajêr 5 kom hebûne û komeke biçûk a siûqastê jî kar û barê xwe kiribûn û amade bûn. Gap diyar dike artêşa Tirk li gel ku bi hemû teknîka xwe ya pêşketî bi ser wan de dihat jî ew li hemberî berxwedana mezin a gerîlayan nekarîn bibin bersiv û berdêlên pir giran dane.
‘DIJMIN HAY JI PÊNGAVA GIRAN NEBÛ’
Gap diyar dike piştî demekê piştî demekê ew ketina malên nav bajêr û çapemeniya dagirkeran jî ji bo ku moral bidin leşkerên xwe bi derewan digotin gerîla vekişiyane û wan hay jê pêngava giran nebû.
Bi berdewamî Gap diyar dike ev şer wê nîşan bida bê ka Kurd çendî girêdayî armanca xwe de, dijmin ji bo ku çalakiya me bi ser nekeve bi sedan wesayit, çekên giran anîbûn û dijmin ji tirsan nedizanî bê ka çi dike. Dijmin ji tirsa bi tofelaqî li derdorê direşand û di dema herî giran a şer de hevalên me ji cîhazê digotin, ‘’de lêxin, êdî dem dema serkeftinê ye’’
‘DIJMIN MEWZIYÊN XWE HIŞTIN Û REVIYAN’
Gap wiha berdewam dike, ‘’Dijmin mewziyên xwe berdan û reviyan. Odeya jeneretorê hebû, dijmin li wir bû. Li wir du û du nobet digirtin hev diparastin. Li jêr qulên şer hebûn. Dema ku me li mewziyên dijmin xist leşkeran kire qarewar, gelek miriyên wan hebûn. Me bang li wan dikir û digot, ‘’radest bibin, hûn nikarin derbikevin’’ Lê ketibûn wan qulikan û nikarîbûn derbikevin. Piştre me xwest em têkevin hundir. Piştî demekê panzêr hat. Dixwest me asteng bike da ku em nekevin hundir. Hevalan jî panzêr bombe dikirin. Du bombe lê ketin. Dijmin ketibû şoqê. Neçar man ku wesayita xwe bisekînin.’’
‘JI BO KU SIVÎL ZERARÊ NEBÎNIN’
Bi berdewamî tê diyar kirin gelek caran fersendên mezin ketin destê wan ku derbên giran li dijmin bixin lê gelek caran ji ber ku sivîl zerarê nebînin destên wan hatine girêdan. ‘’Hevalê me yê di tîma siûqastê de ji me xwest ku em cihê siûqastvanê dijmin hîn bibin. Min got ew nakevin ber çav êmin. Lê di malan de xwe veşartine. Hevalan xwestin ku em bi çekê giran li wan bixin lê ji ber îhtîmala ku sivîl zerarê bibînin hebû, me ev nekir.’’
‘BAJAR BI TEMAMÎ KETE KONTROLA ME’
‘’Leşkeran êdî nema dikarîn şer bikin. Piranî jê jixwe miribûn û yên sax mayin jî direviyan. Bajar hema hema bi temamî di jêr kontrola me de bû. Li cem me jî leşker kêm mabûn. Yek sekvan, panzêr û çend leşker mabûn. Piştî ku me 2 fûze li panzêrê xistin ew jî reviya û 3 leşker man. Ew jî li kuçeyê bûn, nedihiştin ku em derkevin.’’