Rojnamevanê Kurd Tayîp Temel, diyar kir ku ew jî tevlî gireva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên PKK û PAJK’ê ya ku ji bo balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên pirsgirêka kurd a bêdem û dorvenger dan destpêkirin bû. Temel, daxuyand ku ew tu mudaxeleyên tibî qebûl nake.
Girtiyên PKK û PAJK'ê yên li hemû girtigehên Tirkiyeyê di 12'yê îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorvenger kirin û çalakî berdewam dike. Girtiyên dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, mafên Ocalan ên ewlehî, tendurîstî û azadiyê bên dayîn û hemû qedexeyên li ser zimanê zikmakî bên rakirin.
Yek ji girtîgehên dest bi greva birçîbûnê kirin jî Girtîgeha Tîpa D a Amedê ye û 15 girtî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûn. Edîtorê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Tayîp Temel ê ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin jî bi nameya şandî diyar kir ku ew jî tevlî gireva çalakiya birçîbûnê bû ye.
'JI BO WELAT VEGERÊ GOLA XWÎNÊ KEDÊ DIDIN'
Temel di nameya xwe de bal kişand ser polîtîkayên neçareseriyê yên dibin sedema dijwarbûna şer û wiha got: "Di pevçûnan de her diçe windahî çêdibin û welatî veguheriya gola xwînê. Kesên alîgirên xwînê û şer bi israr kedekê ji bo vê tabloyê didin. Ji aktorên herî bi bondor ê ku şer bide rawestandin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 14 mehin di tecrîdeke dijwar de tê girtin. Bi vê tecrîdê ji bo welat vegerê gola xwînê kedeke taybet tê dayîn."
Temel di nameya xwe de diyar kir ku bi operasyon û girtinan pirsgirêka kurd çareser nabe. Temel di namaye xwe de anî ziman ku rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê aştiya civakî bi xwe re bîne. Temel, destnîşan kir ku dadgehên taybet bi hezaran kurd girtin û mafê wan ê parastina zimanê zikmakî ji destê wan girt û wiha bi lêv kir: "Ez jî ji wan kesên heta niha li hemberî gelek derewan xwe neparastin yek im. Li hemberî van polîtîkayan û pêkanînan weke rojnamevanek kurd, bi daxwazên Birêz Ocalan tevlî pêvajoyê bê kirin, şertên azadiyê pêk bên û hemû zext û zordariyên li ser zimanê zikmakî bên rakirin min dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kir. Ez dixwazim bê zanîn ku ez tu mudaxeleyên tibî jî qebûl nakim."