Rojnamevan Işik Yûrtçû jiyana xwe ji dest da

Rojnamevan Işik Yûrtçû jiyana xwe ji dest da

Ji midûrên berê yên berpirsê karê nivîsan yê Rojnameya Ozgur Gundemê rojnamevan Işik Yûrtçû jiyana xwe ji dest da.

Işik Yûrtçû yê ku di sala 1945’an de li navçeya Pozanti ya Edeneyê ji dayîkbû, li Amadeyiya Vefa û Fakulteya Hiqûqê A. yê perwerde dît. Pîşeyê xwe yê rojnamevantiyê li Enqereyê di rojnameya Yenîgun weke nûçegihan destpê kir. Di rojnamevanên weke Ûlûs, Yenî Halkçi, Polîtîka, Dunya, Demokrat û Cûmhûriyetê de xebitî. Gerînendetiya karê nivîsa kir. Di rojnameya Guneş de bû berpirsê navenda nûçeyên şevê.

Di sala 1992’an de bû midûrê berpirsê karê nivîsan yê Rojnameya Ozgur Gundemê. Ji ber sedema nivîsên wî yên di rojnameya ku 8 bû kar dikir 26 doz lê hatin vekirin. Bigiştî ji van dozan 20 salan cezayê girtîgehê girt.