Rojhilatê Kurdistanê îro reş girêda

Rojhilatê Kurdistanê îro reş girêda

Piştî karesata gundê Şînawa li Pîranşarê ku 2 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn û 37 jî birîndar bibûn, îro Rojhilatê Kurdistanê reş girêda. Li ser banga PJAK, gelek partî û rêxistinên Kurd, îro li seranserê Rojhilatê Kurdistanê şîn bû. Gelê herêmê kincên reş li xwe kirin, li zanîngehan xwendekaran ji bo bîranînê çira pê xistin, nerazîbûna xwe anîn ziman. Li aliyeke din rejîma Îran li bi taybet li Mehabad û Pîranşarê tedbîrên berfireh ên ewlekariyê girtin.

Roja 5’ê berfanbarê li Pîranşarê agir bi pola xwendekarên keç ên dibistana seretayî ya gundê Şînawê ya bajarê Pîranşarê ketibû. Di encamê de 2 zarakên temên wan 10; Seyran Yegane û Êlham Îsmaîlpûr jiyana xwe ji dest dan û 37 zarok jî birîndar bûn. Bi vê boneyê îro li Rojhilatê Kurdistanê şîn hebû. Balkêş bû ku piştî daxuyaniyên rêxistinên Kurdan ên ji bo şînê rejîma Îranê tedbîrên ewlekariyê li bajarên Kurdan zêde kirin û bi taybet li Mehabad û Pîranşarê gelek polîsên sivîl hatin bicihkirin.

Îro li ser banga partî û rêxistinên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê îro gelê Rojhilatê Kurdistanê li seranserê bajar û navçeya reş girêdan û nerazîbûn nîşanî xemsarî û polîtîkayên rejîma Îranê ya li hemberî gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê.

Hat diyarkirin ku komek ji çalakvanên sivîl ên Kurd çûn serdana goristina ku du keçên bûne qûrbanê Karesata Şînawê û li piraniya bajaran gel kincên reş li xwe kirin. Hat diyarkirin ku kolanên rejîma Îranê tedbîrên ewlekariyê yên li Rojhilatê Kurdistanê zêde kirin û bi taybet li Mehabad û Pîranşarê, li kolanên bajêr û zanîngehan polîs û hêzên din ên ewlekariyê yên bi kincên sivîl hatin bicihkirin.

Li hemberî hemû astengî û hewldanên hêzên ewlekariya rejîmê, îro demjimêr di 11.00 de li Mehabadê gel li Parka Şêx Şeltûn merasimek bîranînê li dar xisitn û ji bîranîna zarokên bûne qûrbanê şewatê 38 mûm pê xistin. Her wiha, ji bo bîranîna kesên bûne qûrbanê karesatê deqeyek rêz hate girtin. Di axaftinên hatin kirin de hat xwestin ku berpirs bêne darizandin.

Li Zanîngeha Peyam Nûr a Merîwanê jî xwendekaran belav kirin û bi boneya protestokirina xemsariya rayedarên rejîma Îranê û ji bo şîna ku hatibû ragihandin, dibistanê boykot kirin.