Salek e din a bi êş li paş ma. Di vê salê de jî hêzên serdest ji bo berdewamkirina desthilatdarî û derketina ji krîzên xwe, dek û dolabên cur bi cur domandin. Bi taybetî li Rojhilata Navîn ketin pey talan, kuştin û wêrankirinê. Li aliyê din gelên herêmê ji bo azadiya xwe hemû berdêl dan ber çavan û têkoşîna xwe domandin. Lê yên ku ji dîrokê ders girtin û xwe spartin hêza xwe, bi pêngavên bi bawer ber bi azadiyê ve meşiyan. Mînaka herî ber biçav jî gelên Rojavayê Kurdistanê ne. Di nava tarîtiya dojehê û di bin siya zebaniyan de, bi keda 10 salan ronahiya jiyana azad dîtin. Êş, elem, keder, girî û bitenêmayîna ku tu caran jibîr nakin dîtin. Lewre destkeftiyên xwe beramberî her bedelekê diparêzin. Dixwazin vê keyfxweşiya xwe wekî li serê Zagrosan hewayê azadiyê dikişînin nava hinavên xwe, bi hemû kesî re parve bikin.
Li gel dorpêçkirina zebaniyan jî, jiyanek nû diafirînîn, di demeke ku li erdnîgariyên dora wan hilweşandin û kuştin çêdibe de, ew sîstemek ku hemû reng û dengan digire nava xwe ava dikin. Zehmetî, astengî û bêderfetî hene, bes carekê ji ava azadiyê vexwarine, êdî ji bo wan veger tuneye.
Dijminên wan ranawestin û di nava gelek komplo û êrîşan de ne, ev tiştekî ecêpmayî nîn e. Bes tişta balkêş ew e ku di demeke ku tevahiya kurdan ji destkeftiyan gelek keyfxweşin û vê yekê wekî fersendek mezin ji bo yekîtiyê dibînin de, hinek siyasetên kurd hewl didin vê yekê vala derxînin. Hinek partiyên siyasî bi hêzên derve re di nava têkiliyan de ne û jixwe ew tên zanîn. Lê tişta divê li ser bê rawestîn, helwesta rêveberiya Başûr e.
Serokatiya rêveberiya Başûr, li aliyekî hemû partiyên Rojava vedixwîne Hewlêrê û daxwaza yekitiyê dike, li aliyê din, di demeke ku çar aliyên Rojava ji aliyê xêrnexwazan ve hatine girtin de û tê xwestin di warê aborî tevgera azadiyê bê têkbirin de, sînoran digire. Sedema vê yekê jî wekî, “Di nava partiyên Rojava de yekitî tune ye” nîşan dide. Gelo ev tê çi wateyê, çiqas baweriyê dide? Ma yên ku hemû partî birine Başûr û civîn pê re çêkirine ne ew in? Ma yên ku çend meh beriya niha soza vekirina deriyê sînor û ji bo vê jî biryara avakirina komîtiyan dane ne ew in? Baş e çima di demeke ku pêdiviya Rojava herî zêde bi alîkariya aborî heye de, derî tê girtin.
Tenê sedemek dikare hebe; ew jî, li aliyekê bi hinek daxuyaniyên siyasî xwe şirîn nîşandan, li aliyê din, bi van pêkanînan bandora xwe zêdekirin e. Di vê dema ku kurd evqas nêzî azadiya xwe bûne de, hinek hêz hesabên siyasî derdixin pêş. Di dema şeran de jî, di mijara mirovahiyê de tu derî nayên girtin.
Hikûmeta Başur deriyan digire, lê tê gotin hikûmeta Iraqê dê deriyê sînor veke. Bawerim ji bo rêveberiya Başûr ji vê yekê zêdetir tişta biêş nabe. Ereb deriyê xwe vedikin, lê ew ji birayên xwe re digirin. Bes divê bê zanîn ku gelên Kurdistanê êdî guh nadin siyaseta qirêj û sînoran nas nakin. Nerazîbûna gelê Silêmaniyê nîşana vê yekê ye. Her wiha vî gelê hanê ji tecrûbeyên 30 salên dawî fêr bûye ku ji tunebûnê hebûnê biafirîne. Niha jî wisa dike, di destpêka sala nû de gelên Rojava jî jiyana azad pêş ve dibin û dê vê tengasiyê jî derbas bikin. Di vê rê de jî dixwazin birayên wan li cem wan bin û sînoran jî ji bo yên xêrnexwaz bihêlin.
Bi hêvî û baweriya rojên xweş û azad sala we ya nû pîroz be.
-Azadiya Welat