Malbatên Roboskiyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê konê şînê yê ji bo Serokê Giştî yê KADEP'ê û Parlementerê Amedê Şerafettîn Elçî hate vekirin ziyaret kirin.
Piştî Serokê Giştî yê KADEP'ê û Parlementerê Amedê Şerafettîn Elçî li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da û li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hate definkirin malbata wî li Mizgefta Ulu sersaxiyan qebûl dike. 34 malbatên Roboskiyê û welatiyên din ên Roboskiyê malbata Elçî ziyaret kirin. Bi sedan malbat ji Goristana Asrî hate Mizgefta Uluyê meşiyan. Li ber mizgeftê malbata Elçî malbatên Roboskî pêşwazîkirin. Piştî xwendina duayan malbatên Roboskiyê vegeriyan gundê xwe.