Rêya Colemêrg-Şirnexê li hatin û çûnê hate girtin

Rêya Colemêrg-Şirnexê li hatin û çûnê hate girtin

Ji ber barîna berfa zêde aşût bi ser rêya di navbera Colemêrg û Şirnexê de hate û rê li hatin û çûnê hate girtin. Her wiha, barîna berfê bandorek mezin li navçe û gundên Colemêrgê kir, rêyên 132 gund û 375 gundikan hatin girtin.

Li Colemêrgê ji ber barîna berfa dijwar, rêya 132 gund û 375 gundik hatiye girtin. bi heman awayî rêya 15 taxên navenda bajrê jî ji hatûçûnê re hatine girtin. Yekîneyên şaredariyê ji bo paqijkirina rêya di navbera taxan de dest bi xebatê kir û hat diyarkirin ku stûrahiya di nava bajêr de 78 santîmetre ye.

Li aliyeke din ji ber barîna berfa zêde aşût bi ser rêya di navbera Colemêrg û Şirnexê de hate û rê li hatin û çûnê hate girtin. Hat diyarkirin ku xebatên vekirina rê hatine destpêkirin.