Sazî û rêxistinên sivîl yên demokratîk û alîgirên kedê yên Amedê bi boneya salvegera 9'ê cotmehê ku bi komployeke navneteweyî Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji Sûriyê derket, daxûyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, ji bo ku bingeha aştiyeke mayînde were avakirin, divê ev bêbextî û komploya navneteweyî bidawî bibe û ev daxwaz hatin rêz kirin: "daxwazên girtiyan bên bicihanîn, şert û mercên birêz Ocalan bên sererastkirin, derfetên muzakereyan werin afirandin û gelê Kurd jî wekî hemû gelên cîhanê bibe xwedî statûya siyasî."
Sazî û rêxistinên sivîl yên demokratîk û alîgirên kedê yên Amedê, bi boneya salvegera 9'ê cotmehê ku bi komployeke navneteweyî ji Sûriyê hate derxistin li Sûmer Parkê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyaniyê li ser navê komê Rifat Ozturk bi kurdî xwend.
Oztur diyar kir ku, wekî ku raya giştî ya Kurd, Tirk û cîhanê jî dizane, di encam gefxwarina Tirkiyeyê ya li welatê Sûriyeyê, di 9'ê Cotmeha sala 1998'an de, Ocalan ji Sûriyeyê derket çû Ewropayê. Ozturk, bibîrxist ku Ocalan di serî de Emerîka, bi hevkariya gelek welatên Ewropayê bi bêbextî hat girtin û radestî Tirkiyeyê hate kirin.
Ozturk da zanîn ku, ji wê rojê û heta vê demê, gelê Kurd bi dehan kampanyayên îmzayan û dehan deklerasyonan bi awayekî vekirî Abdullah Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî û mifteya aştiyê aşkere kiriye û gotiye: Nûnerê gelê Kurd û mûxatabê çareseriyê yê yekemîn birêz Abdullah Ocalane û divê hevdîtin û muzakere bi wî re bên kirin".
'EV PÊKANÎN DI KESAYETIYA BIRÊZ OCALAN DE LI GELÊ KURD HEQARETA HERÎ MEZINE'
Ozturk bal kişand ku, li gel vê jî Ocalan ev 14 salin di bin tecrît û îzolasyoneke girankirî de li girtîgeha Îmraliyê ya yek kesî tê girtîn. Ozturk destnîşan kir ku, herî dawî jî ji 27'ê Tîrmeh'a 2011'an vir ve nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û tu agahî ji wî nayê girtin.
Ozturk, wiha got: "Gelo heta niha li kîjan welatî û girtîgehê ewqas roj bi parêzerên xwe re girtiyekî bi hevdîtina wî hatiye astengkirin. Ev pêkanîn bi serê xwe di kesayetiya birêz Ocalan de li tevahiya gelê Kurd heqareta herî mezine û ev pêkanîn tê wateya tune hesibandina gelê Kurd."
'DEWLET BI AGIR DILÎZE'
Ozturk di daxuyaniya xwe de bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê yên girtiyên PKK û PAJK'ê ku ji bo azadiya Ocalan dane destpê kirin û ev tişt gotin: "Ji ber van pêkanînên hovane, Bi hezaran siyasetmedar, Şaredar û rewşenbîrên Kurd ku di encama operasyonên qirkirina siyasî de girtî ne, bi daxwazên wekî "Tecrîta li ser birêz Ocalan were rakirin, şert û mercên azadiya wî bên amadekirin, qedexe û astengiyên li pêşiya perwerdehî û parastina bi zimanê dayîkê bên rakirin û muzakereyên Osloyê bidomin, ev 26 rojin li dehan girtîgehan, bi hezaran girtiyan dest bi rojiya mirinê kirine. Van çalakiyan, hemû raya giştî xistine nav fikarên mezin." Ozturk, anî ziman ku wekî sazî û rêxistinên sivîl wan bi caran bang li Dewlwtê û hukumeta AKP'ê kir û got 'dewlet bi Agir dilîze, di van şert û mercên tecrîta giran de, heke tiştek bi serê birêz Ocalan were, dê bibe sedema aloziyên mezin û şerê navbera gelê Kurd û Tirk kûrtir bibe' ye. Ozturk, wiha got: "Îro di vê rewşa heyî de ku Rojhilata navîn bûye wekî herêmeke navenda şer û hikumeta AKP'ê ku heta niha digot "bi hemû cîranan re sifir pirsgirêk" û niha jî di têkiliyên bi hemû cîranan re aloziyên mezin dijî û bi awayekî lezgîn derxistina teskereya operasyonên dersînor, fikarên me zêdetir kirine."
'BILA DAXWAZÊN GIRTIYAN BÊN BICIH ANÎN'
Ozturk destnîşan kir ku, ew weke sazî û rêxistinên sivîl vê bêbextiya navneteweyî şermezar dikin û got: "Careke din ji Hikumeta AKP'ê ya ku nûnertiya dewleta Tirkiyeyê dike. Em ji wê re dibêjin; 'Tezkereyên operasyonên hundirîn û dersînor, dê pirsgirêkan kûrtir, şer, pevçûn û neyartiya navbera gelan zêdetir bikin. Ji bo ku bingeha aştiyeke mayînde were avakirin, divê ev bêbextî û komploya navneteweyî bidawî bibe, daxwazên girtiyan bên bicihanîn, şert û mercên birêz Ocalan bên sererastkirin, derfetên muzakereyan werin afirandin û gelê Kurd jî wekî hemû gelên cîhanê bibe xwedî statûya siyasî."