Rêxistinên Elewiyan li Cizîrê lêkolîn kirin

Rêxistinên Elewiyan bi dirûşma, "Wê Cizîr nebe Kerbela" hatin Cizîrê û lêkolînan kirin.

Rêxistinên Elewiyan bi dirûşma, "Wê Cizîr nebe Kerbela" hatin Cizîrê û lêkolînan kirin. Endamên heyetê ku li kuçeyên kavil geriyan anîn ziman ku li hemberî gelê Cizîrê wehşet pêk hatiye.

Serdana heyetan a Cizîrê ku di pêvajoya rewşa awarte de 21 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetil kirin berdewam dike. Îro jî di nav de Serokê Federasyona Elewî Bektaşî Bakî Duzgun, Serokê Weqfa Çanda Anadolu ya Hacî Bektaş Velî Ercan Geçmez, Serokê Komeleyên Çandî yên Pîr Sultan Abdal Kanî Kaplan, Nûnera Komeleya Elewiyên Demokratîk Hulya Yer, endama Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê Hatîce Işik, rêveberên Komeleya Çandî ya Elewiyan ya Hubyar Sultan û komeleyên çandî yên Elewiyan, heyeteke berfireh çû serdana Cizîrê.

Nûnerên rêxistinên Elewiyan destpêkê çûn rêxistinên navçeyê yên HDP û DBP'ê û pişt re jî çûn Taxa Nûrê ku rastî êrîşên giran hatibû.

Endamên heyetê, li gel şêniyên taxê hevdîtin kirin û derbarê êrîşan de agahî girtin.

Piştî lêkolînên li Taxa Nûrê, şande çû Mala Şînê ya li Taxa Cûdiyê ku ji bo 21 kesên ku jiyana xwe ji dest dane hatiye danîn û li gel malbatên ku xizmên xwe wenda kirine hevdîtin kirin.

'EM JI BO RÊ LI KOMKUJIYAN BIGIRIN HATIN CIZÎRÊ'

Serokê Federasyona Elewî Bektaşî Bakî Duzgun li vir axaftinek kir û ew naxwazîn êrîş û komkujiyên bi vî rengî were jiyin. Duzgun, ji malbatan re sersaxî xwest û axaftina xwe wiha berdewam kir: "En naxwazin li vî welatî zarokên Kurd, Tirk û Elewiyan bimirin. Em wek rêxistinên Elewiyan ji bo rê li ber van komkujiyan bigirin hatin Cizîrê. Eger em têkoşîna hevpar xurt bikin, hun dikarin li ser axa xwe stranên xwe bêjin, zarokên xwe bişînin dibistanên ku bi zimanê zikmakî perwerdehiyê didin, em jî dikarin baweriya xwe bijîn."

'EGER HÛN ŞER DIXWAZIN WERIN BI XWE ŞER BIKIN'

Duzgun balê kişand ser girîngiya helwest û jiyana hevpar û wiha pê de çû: "Eger ew dixwazin bi rastî şer bikin, bila zarokên xwe bişînin. Bila bi xwe werin şer. Lê bila daireya şerê taybet, kontr-gerilla û komên çeteyên DAIŞ'ê neşînin van deran û gel qetil nekin."

Rêxistinên Elewiyan piştre ji malbatan xatir xwestin û ji bajêr veqetiyan.