Rêxistina BDP'a Sarayê û Çardêranê kongre pêk anîn

Rêxistina BDP'a Sarayê û Çardêranê kongre pêk anîn

Rêxistina BDP'ê ya navçeyên Saray û Çardêranê kongreyên xwe yên pêk anîn. Di kongreya BDP'ê ya Sarayê de Fevzî Bargin Serokê BDP'ê hate hilbijartin. Di kongreya Çardêranê de jî Abbas Atsak bû serokê BDP'a Çardêranê.

Rêxistina BDP'ê ya Sarayê 2'emîn Kongrya xwe ya awarte pêk anî. BDP'ê kongreya xwe li Çayxaneya Durakê pêk anî. Di kongreyê de parlamenterê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, endamên meclîsa BDP'ê Serokê BDP'a Wanê Omer Ertaş, şaredar û endamên meclîsa şaredariyê amade bûn.

Kongreyê bi hilbijartina dîwan, rêzgirtin û axatinan destpê kir. Piştî axaftinan rapor hatin xwendin û hilbijartin pêk hat. Di hilbijartina bi yek lîsteyê pêk hat de Fevzi Bargin ji bo Serokê Rêxistina BDP'ê ya Sarayê hate hilbijartin. Ji bo rêveberiyê jî Cuzeyir Ozkaplan, Tuncer Kalkanli, Aydin Acar, Seyfi Ozsoy, Hilmi Aydınay, Abidin Demiral, Abdullah Yigit û Hamide Yenî hatin hilbijartin.

Rêxistina BDP'ê ya Çardêranê (Ebex) jî kongreya xwe pêk anî. Di hilbijartina BDP'ê ya Çardêrane ku bi yek lîsteyê pêk hat de jî ji bo Serokê BDP'ê Abbas Atsak hate hilbijartin. Ji bo rêveberiya BDP'ê jî Abdulcabar Çiftçi, Ferit Tunçdede, Hikmet Uzunay, M. Faruk Trak, Orhan Kurnaz, Reşit Ayyıldız, M.Emin Şahin, Şemsettin Unal hatin hilbijartin.