Rewşa zarokê bi navê C.K. hêj girane

Rewşa zarokê bi navê C.K. hêj girane

Rewşa zarokê bi navê C.K. yê ku di teqîna li ber qereqola leşkerî ya navçeya Pasurê ya Amedê birîndar bû, hêj di xeteriyê de ye.

Li gundê Xeşîka yê navçeya Pasurê ya Amedê di 4'ê cotmehê de nêzî Qereqola Leşkerî ya Bakimê teqîn pêk hat. Di teqînê de zarokê bi navê C.K. yê ku pez diçerand bi giranî birîndar bû. Piştî teqînê C.K. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê û ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hate kirin. Di dema teqînê de C.K. dest û çavekî xwe windakir û rewşa wî ya xeter berdewam dike.