Hate diyarkirin ku xwîn rijiyaye ser mejiyê Serokomarê Iraqê Celal Taleban, lê belê rîska mirinê tune ye. Bijîşk dê sibê derbarê mijarê de daxuyaniyek bidin raya giştî.
Nivîsgeha Serokomartiya Iraqê îro serê sibê daxuyaniyek da û diyar kir ku Talebanî ji ber nerehetiyekê rakirine nexweşxaneyê û di bin çavdêriya komek bijîşkên pispor de tê kontrolkirin. Hate diyarkirin ku rewşa Talebanî baş e û rîska mirinê tune ye.
Tê payin ku bijîşk sibê derbarê rewşa dawî ya Serokkomar Talebanî de daxuyaniyekê bidin.
Celal Talebanî, ku di nava Kurdan de weke “Mam Celal” tê nasîn, 6’ê nîsana 2005 bû yekem Serokomarê Iraqê yê Kurd. Piştî hilweşîna rejîma Seddan Huseyin, sala 2003 Konseya Neteweyî ya Demkî hate avakirin. Talebanî jî vê konseyê 22’yê nîsana 2006 bo cara duwemîn bû Serokkomarê Iraqê.
Talebanî di van salên dawiyê de ji ber nexweşiyan gelek caran rakirine nexweşxaneyê. Tebaxa 2008 li DYA’yê emeliyatek serkeftî ya dil pêk anî, pştî salekê li Urdinê hate dermankirin. Talebanî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li DYA û gelek welatên Ewropayê hate dermankirin.