Rêveberiya Rojava binçavkirina Kişanak û Anli şermezar kir

Koordînasyona Kantonên Rojavayê Kurdistanê, binçakirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, şermezar kir.

Koordînasyona her sê Kantonên Rojavayê Kurdistanê têkildarî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Rojhilata Navîn di nava guhartineke bi lez de ye. Vê pêvajoyî taybetî piştî destpêkirina hewldanên qedandina DAIŞ'ê dest pê kir. Dewleta ku herî zêde ji qedandina DAIŞ'ê aciz e, dewleta Tirkiyeyê ye. Gelê Bakurê Kurdistanê piştgiriyê dide şoreşa Rojava û şoreşên demokratîk li Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê jî hikûmeta Tirkiyeyê bi rêveberiya AKP`ê dest bi tolhildana ji gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê kir.

Erdogan bi siyaseta xwe ya dijber û har derbe li hilbijartinên Hezîranê xist û paşê dest bi qirkirina siyasî û girtina siyasetmedaran kir. Her wiha di çarçoveya qirkirina siyasî de AKP`ê destûr neda ku perlementer derbasî perlemanta Tirkiyê bibin. Tirkiyeyê derbeya 15`ê Tîrmehê jî ya leşkerî bi agir vemirand.

Tirkiyê pêvajoya aştî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye rawestand, bi vê yek sînordar nema di heman demê de siyasetmedarên Kurd ên Bakurê Kurdistanê tevî Hevserokên Şaredariya Amedê binçavkirin. Tirkiyeyê bi siyaseta xwe ya dijber berdewam kir û bi terora xwe Cerablûs dagir kir û paşê dest bi topbaran herêma Şehba, bejahiya Helebê û Kantona Efrînê kir. Tirkiyê bi topbaran xwe jî ji axa bakurê Sûriyê re komkujî pêk anîn.

Binçavkirina siyasetmedarên kurd û dest danîna ser şaredariyên ku ji aliyê gel ve hatin hilbijartin destpêka qirkirina siyasî û şikandina vîna gelê kurd  bi riya kontrolkirina saziyên demokratîk. Tirkiyê bi riya zextên leşkerî  ew sazî deste serkirin û şaredariya Amedê veghurandin bargehekî leşkerî. Tirkiyê bi riya zor û şidetê xwe isbat dike ku niyeta xwe ya çareserkirina doza kurd tune ye.

Em wekî Kordînasyona her sê Kantonên Rojava siyaseta AKP`ê ya dijî gelê me li bakurê Kurdistanê û taybet binçavkirina perlemanter û Hevserokên şaredariya Amedê bi tundî şermezar dikin. Em bang li Saziyên Navneteweyî, Saziyên Mafên Mirovan û Dewletên Yekbûyî dikin ku zextê li hikûmeta Tirkiyê bikin da ku sînorekî ji siyasetên wê re denîn. Di heman demê de em ji Yekîtiya Ewropa dixwazin ku destwerdan ji vê rewşê re bike. Pêwîst e Yekîtiya Ewropa dosya Tirkiyê derbarê mafên mirovan careke din  ber çavan re derbas bike û di aliyekî din de jî Tirkiyê bûye rawestgeha ewle ya terorîstiyê ye ku êrişe gelê Rojavayê Kurdistanê dikin."