Endamê Desteya Birêvebir a PYD’ê Rodî Osman, li Qamişloyê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate binçavkirin.
Osman dema ji Serêkaniyê dihat Qamişloyê, li daketina bajêr ji aliyê hêzên rejîmê hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Osman nehat hînbûn.
Hêjayê gotinê ye ku duh piştî ku hêzên rejîma Suriyeyê li Qamişloyê 25 ciwanên kurd binçav kirin, ciwanên endamên KCRK'ê û hêzên Asayîşa Gel daketin kolanan û 8 polîs û peywîrdarên ewlekariyê rehîn girtin. Di çalakiyê de dîmena herî balkêş jî piştgiriya dayikên di destên wan dar daketin kolanan bû. YPG’ê jî piştgirî da çalakiya ciwanên Kurd.