Rêveberê ÎHD’ê Aksû reda xwe ya wijdanî aşkera kir

Rêveberê ÎHD’ê Aksû reda xwe ya wijdanî aşkera kir

Endamê Lijneya Rêveberiya Navenda ÎHD'ê û rêveberê ÎHD'ê yê Sêrtê Zana Aksû, li avahiya ÎHD'ê ya Amedê bi daxuyaniyekê reda xwe ya wijdanî aşkere kir. Aksû diyar kir ku, ji bo cîhanek ekolojîk demokratîk û azad reda xwe ya wijdanî aşkere dike.

Endamê Lijneya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê û Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Sêrtê li şaxa ÎHD'ê ya Amedê reda xwe ya wijdanî aşkere kir.

Aksû beriya ku reda wijdanî aşkere bike, li ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Prz. Serdar Çelebî diyar kir ku, li gel biryarên DMME'ê Tirkiye welatiyan neçarî leşkeriyê dike û ev yek li dijî mafên mirovanin. Aksû wiha got: "Ez ji bo jiyanek ekolojîk û demokratîk, ji bo cîhanek azad, demokratîk û ekolojîk keda xwa xwe ya wijdanî bikar tînim. Li cihê ku hebûna min nayê qebûlkirin, hebûna min dibe xelatê kesek dine. Ji bo ez kêfxweş bim ji min dixwazin ku ez Tirk bim.

Aksû da zanîn ku, li dijî gelê Kurd 30 salin polîtîkayên înkar û îmhayê tên meşandin û wiha got: "Di vî şerî de 50 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran jin di şer de mexdûr bûn. Bi 100 hezaran Kurd koçber bûn. Bi sedan mirov rastî tacîz û tecawizê hatin. Ez li dijî van polîtakayan reda xwe ya wijdanî bikar tînim. "