Rêveberê berê yê BDP'aTetwanê Yusuf Ulku li ser îfadeya şahidên nepenî 'Derman' û 'Rojîn' bi îdîaya ‘Endamê rêxistinê ye" hat girtin.
Rêveberê berê yê BDP'a Navçeya Tetwana Bedlîsê Yusuf Ulku (27) dema ji bo îfadeyê bide çû Dozgeriya Komarê ya Bedlîsê, hat binçavkirin. Rêveberê BDP'ê Ulku, piştî hat binçavkirin bi hinceta dozek wî ya din heye sewqî Edlîya Wanê hat kirin. Ulku piştî sewqî Dadgerê Nobedar ya Wanê hat kirin, li ser îfadeya şahiden nepenî Rojîn û Derman bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F ya Wanê.