Rejîmê Îranê kasibkarekî din ê Kurd kuştin

Rejîmê Îranê kasibkarekî din ê Kurd kuştin

Terora çekdarên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li ser gundiyên kurd dewam dike. Di encama êrişa bi çek a hêzên rejîmê de, kasibkarekî din ê kurd jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan kasibkarê kurd yê bi navê Emîr Ehmedî yê 35 salî ku wekî Emîr Şerîfî jî tê naskirin û xelkê gundê Nîşawe yê bajarê Seqiz e, di encama gullebarana çekdarên rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest daye. Tê gotin ku di vê êrişê de her weah 21 ajelên barhilgir ên gundiyan jî telef bûne.

Gundiyên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ki ji ber siaysetên rejîma Îranê neçar in debara xwe bi bazirganiya li herêmên sînor bikin, tevî ku dikarin bi saxî jî werin girtin, bêhtirê caran di bin hedefa gulleyên hêzên dewleta tirk û Îranê.

Di 13 rojên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê, herî kêm 7 kasibkar û kolberên kurd di ecanama êrişên çekdarên rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest dan û 7 jî birîndar bûn.

Li gorî tomarên ANF’ê ji destpêka Li gorî tomarên ANF’ê li gel van kesên navborî ji serê sala 2012 ve herî kêm 30 kes ji aliyê rejîma Îranê ve li ser sînorên Bakûr-Rojhilat, Başûr-Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.