Rejîma Îranê 'qaçaxçiyek' din qetil kir

Rejîma Îranê 'qaçaxçiyek' din qetil kir

Leşkerên artêşa rejîma Îranê li Pîranşarê kesê bi navê Hejar Nebî Pûriyan bi hinceta “qaçaxçitiyê dike” ji gulebaran kir û kuşt.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 2 roj berê kesê bi navê Hejar Nebî Puriyan ê 30 salî ji taxa Piştepe ya Mehabadê ye li Pîranşarê bi hinceta “qaçaxçitiyê” bê ku were hişyarkirin ji aliyê rejîma Îranê ve hat gullebarankirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya Kurdpayê, di van 10 rojên dawiyê de herî kêm 7 Kurd bi hincetên “qaçaxçitiyê dikin” ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Li gorî tomarên ANF’ê ji destpêka Li gorî tomarên ANF’ê li gel van kesên navborî ji serê sala 2012 ve herî kêm 29 kes ji aliyê rejîma Îranê ve li ser sînorên Bakûr-Rojhilat, Başûr-Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.