Rejîma Îranê nehişt malbat zarokên xwe bi dilê xwe bispêrin axê

Rejîma Îranê nehişt malbat zarokên xwe bi dilê xwe bispêrin axê

Karesata li gundê Şînawê yê Pîranşar ku di encama şewata dibistana gun de rûdayî, hemû kesên xwedî wijdan xemgîn kirin. Lê rayedarên rejîmê ku raste rast ji bûyerê berpirsyar in, li şûna bêdengiya xwe xira bikin û lêborînê bixwazin, nehiştin malbat li gorî dilê xwe zarokên xwe yên jiyana xwe ji dest dane jî bispêrin axê.

Çarşema bûrî li gundê Şînawê, ji ber kêm xemî û xemsariya rayedarên rejîma Îranê, agir ketibû dibistana keçan û di encamê de gelek birîndar bûbûn. Ji 15 xwendekarên ciwan ku rakiribûn nexweşxanêyan, Seyran Yegane û Êlham Îsmaîlpûr jiyana xwe ji dest dabûn.

Piştî bûyerê li gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî xwendekarên zanîngehan nerazîbûn nîşan dan û xwesti wezîrê perwerdê yê Îranê îstîfa bike. Li şûna ku rayedarên rejîmê ji ber xemsariya xwe lêbûrînê ji malbatan bixwazin, di vê roja wan a xemgîn de, êşa wan zêdetir kirin.

Lewra, li gorî agahiyeke Navenda Roj a nûçe û şîroveyan, rayedarên rejîma Îranê rê nedane şagirtên jiyana xwe ji dest dane li gundê wan werin veşartin û malbat neçar mane zarokên xwe li gundekî din veşêrin.

Piştî nerazîbûnên xwendekarên Pîranşar, Mehabad û Sine, li gorî agahiyên dawî, xwendekarên zanîngeha Payam Nûr ya Merîwanê jî li dijî xemsariya rejîmê nerazîbûn nîşan dan.