Rejîma Îranê li Stockholmê hat protestokirin

Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, ji bo êrîşa rejîma Îranê ya li hemberî çalakiyên gelê Kurd ên ji bo dîtina kujerên Ferînaz Xosrewanî protesto bikin, xwepêşandanek lidar xistin.

Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, ji bo êrîşa rejîma Îranê ya li hemberî çalakiyên gelê Kurd ên ji bo dîtina kujerên Ferînaz Xosrewanî protesto bikin, xwepêşandanek lidar xistin.

Bi qasî 100 Kurdistanî duh saet di 12'an de li Parka Hûmlegordenê civiya û bi wêneyên Ferînaz Xosrewanî, şoreşgerên PJAK'î yên beriya niha hatin darvekirin, alên PJAK, PYD, KODAR, KJAR, PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Kurdistaniyan di meşê de dirûşmên "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin", "Bimire rejîma Îranê", "Ji darvekirinan re Na" û "DAIŞ û Rûhanî heman tişt in' qîriyan. Çalakgeran di meşê de li ser armanca çalakiyê belavok belav kirin.

Kurdistaniyên piştî meşê xwe gihandin Meydana Sergel a li navenda Stockholmê, li ber sirûda neteweyî ya Kurd ji bo cangoriyên şoreşê deqeyek rêz girtin.

Endamê Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Şerzad Kemanger û Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, tevî nûnerên civakî yên sivîl li meydanê axivîn û zext û êrîşên rejîma Îranê yên li hemberî Kurdan protesto kirin. Bang li Kurdistaniyên li Swêd û gelemperiya Ewropayê dijîn hat kirin ku desteka ji bo têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê mezin bikin.

Xwepêşandan bi qîrîna dirûşmên ji bo protestokirina rejîma Îranê, bi dawî bû.