Rejîma Îranê li Serdeştê ciwanek Kurd qetil kir

Rejîma Îranê li Serdeştê ciwanek Kurd qetil kir

Leşkerên rejîma Komara Îslamî ya Îranê li Serdeştê gule li kasibkaran reşand û di encamê de kesê bi navê Simko Reyhanî yê 20 salî jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku berê jî bavê Simko li ber aşûtê ketiye û jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, du roj berê, li nêzî gundê Dermanawa yê Serdeşt, leşkerên rejîma Îranê careke din bi hinceta “qaçaxçitiyê” gule li komek kasibkarên Kurd reşand û di encamê de ciwanê bi navê Simko Reyhanî yê 20 sal jiyana xwe ji dest da.

Hate zanîn ku ew salek bû Simko nû zewicîbû. Li gorî agahiyan beriya du salan bavê Simko Reyhanî Mehmûd Reyhanî bi vê rêyê de li ber aşûtê ketibû û jiyana xwe ji dest daye.