Rejîma Îranê li Serdeştê ciwanek Kurd qetil kir

Rejîma Îranê li Serdeştê ciwanek Kurd qetil kir

Hêzên ewlekariya Îranê li Serdeştê gule li ciwanê Kurd ê salî yê bi navê Dilşad Pîrozî reşand û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 21’ê berfanbarê, leşkerên rejîma Îranê, li navçeya Qanka ya Birîndanê ya bajarê Serdeştê, bi hinceta “qaçaxçîtiyê” ciwanê Kurd ê bi navê Dilşad Pîrozî rasterast gulebaran kirin.

Hate diyarkirin ku Dilşad Pîrozî yê 18 salî, xelkê gundê Gerwês ê bajarê Serdeştê ye.