Hat ragihandin ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê 2 Kurdên din li bajarê Neqedê îdam kir.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rejîma Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Neqedê du Kurdên bi navê Samî Ebasî û Ehmed Eziziyan bi dar de kirin. hat diyarkirin ku her du Kurd di 1’ê cotmehê de hatine îdamkirin. Heta niha sedema îdamkirina her du welatiyên Kurd nehatine aşkerekirin.